Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hînê di binê kavilan de ne

Di ser erdheja li Bakurê Kurdistanê re 3 roj derbas bûn. Bi hezaran kesî jiyana xwe jid est dan, gelek kes hînê di binê xirbeyê avahiyan de ne. Gel hewl dide mirovên di binê xirbeyan de mane bi derfetên xwe rizgar bike.

22.46

Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan

Li Rihaya ku di encama erdhejê de gelek avahî hilweşiyan heta niha 127 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar 551 kes jî birîndar bûne. Her wiha li navçeyên Bêrecûk û navçeya navendî ya Halîliyeyê li avahiyên hilweşiyayî xebatên lêgerînê berdewam dike.

Li navenda Rihayê li Caddeya Îpekyolu û Taxa Yenîşehîrê ya li navçeya Halîliyeyê li du avahiyan xebatên rizgarkirinê berdewam dikin. Her wiha xebatên lêgerîna li kavilan li navçeya Pirsûse qediyan û li gundê Taşlûkê yê navçeya Pirsûsê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

LI AVAHIYEKÊ DE 21 KESAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Li navçeya Bêrecûkê ku erdhejê bandor lê kiribû gelek avahiyan xesar dît û li cahdeya nexweşxaneya kevn jî avahiyek hilweşiya û di encamê de 21 kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên ku li derdorê kom bibûn bi lêv kirin ku hêj gelek kes di bin kavilan de hene û lêgerîna enkazan berdewam dike. Lê tevî ku di bin avahiyê de welatî li benda rizgarkirine jî hejmara tîmên lêgerînê pir kêm e.

Hat zanîn ku li navçeya Pirsûsê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha welatî ji ber erdhejê neçar dimînin li derve bimînin û ji aliyê AFAD’ê ve tenê 13 kon hatine vekirin.

21:10

Li Başûrê Kurdistanê wê 3 partî, bi hevpar kampanya alîkariyê ji bo mexdûrên erhejê birêvebibin

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Herêma Kurditanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Buzitneweyî Demokrasî ya Gelê Kurdistanê li Hewlêrê bi amanca komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê re lihev civayan û biryar dan hevkariya hev bikin.

21:08

Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê

Komîteya Rêveber a Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên ku endamên Konseya Ewlekariyê, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Hîva Sor û rêxistinên herêmî kir ku lîkariyê bidin bi sedan malbatên bûne mexdûrên erdhejê.

Her wiha hat gotin ku di bin kavilan de bi sedan kes hene û ji bo rizgarkirina wan jî banga alîkariya lezgîn kir.

Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji 92 rêxistinan, ji navendek û  komîteya navxweyî ya Sûriyeyê pêk tê.

21.04

Nûçegihanê MA’yê tevî kesê ku pê re roportaj dikir hat destgîrkirin

Hat zanîn ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Guleş ku li navçeya Rezan a Amedê li xebata lêgerîn û xelaskirina li ser kavilên avahiyên xera bûne şopandiye, bi kesekê bi navê Omer re ku bi dilxwazî tev li xebata lêgerîn û xelaskirinê bûye re hatiye destgîrkirin.

20:29

Astengkirina qîrînên alîkariyê bêwijdanî ye, zilm e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî sînordarkirina medyaya dijîtal da û got: “Bi rêbazên wiha astengkirina qîrînên gel ên ji bo alîkariyê, bêwijdani ye.”

Dema ku bandorên erdhejên bi dijwariya 7,7 û 7,6 ku navenda wan navçeya Bazarcix a Gurgumê, li Kurdistanê didome, desthilatdarî destpêkê rewşa awarte ragihand û piştre Twîtterê bisînorkir. Piştî sînordarkirina gihadinê, siyasetmedar û ge bal kişandin girîngiya Twîtterê ji bo mexdûrên erhejê û bertek nîşan dan. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî bi parvekirinên xwe yên li ser hesaba medyaya dijîtal bertek nîşanî vê rewşê dan.

Bûldan got: “Bi rêbazên wiha astengkirina qîrînên gel ên ji bo alîkariyê, bêwijdani ye. Di zûtirîn dem de astengiyên pêşiya têkilî û piştevaniyê rakin.”

Mîthat Sancar jî bertek nîşanî sînordarkirina medyaya dijîtal ya desthilatdariyê da û wiha got, “Dema ku bi deh hezaran kes di bin kavilan de ne, bi sed hezaran kes di sarmayê de bê av û birçî li benda alîkariyê ne û bi mîlyonan kes hewl didin agajî ji xizmên xwe werbigirin, bêdengkirina medyaya dijîtal zilm e. Hûn nikarin piştevaniya gel asteng bikin.”

19:57

Beştaş: Ji bo piştevaniyê pêwîstiya me bi destûra kesî nîne

Serokwekîla Koma HDP‘ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî astengkirina alîkariyê bi ragihandina rewşa awarte ya hikûmetê da û got: “Ji bo ku em alîkariya hev bikin, pêwîstiya me bi destûra kesî nîne.”

Beştaş diyar kir ku ew bi mexdûrên erhejê re serdanên piştevaniyê pêk anîne û anî ziman ku bi bûyerekî bi êş re rû bi rû mane. Beştaş bal kişand li ser vê yekê karesat roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: “Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê pir kêm in. Li gelek cihan av û elektrîk tune ne. Desthilatdarî di vê pêvajoyê de bi Rewşa Awarte re gef li gel dixwe. Gel di şert û mercên zivistanê de nikare cihê mayînê jî peyda nake, alîkariyên ku ji herêmên din bi piştevaniya gel tê şandin, têne astengkirin. Welatiyan ragihandin ku şaredarî bi tu awayî alîkariyê nade û deriyên zanîngehan jî venakin. Serokomar li şûna ku pêdiviyên lezgîn peyda bike, gef li gel dixwe."

Beştaş îşaret bi vê yekê kir ku li herêm erdhejê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê têrê nakin û got: “Ji duh ve alîkarî tên astengkirinm. Ji bo ku em alîkariya av, nan betanî, xwarin û vexwarinê bibin bajarekî, pêwîstiya me bi destûra kesî nîne. Ev erka me ya mirovî ye. Em li vê derê bang dikin; hatina alîkariyan asteng nekin. Ev sûc e. Em bi hemû welatiyan re piştevaniyê mezin bikin.”

19.33

Hat îdiakirin ku girtiyan serî hildaye

Hat îdiakirin ku girtiyên Girtîgeha T ya Hatayê serî hildaye û bi destwerdana leşkeran serhildan hatiye serkutkirin.

Hat îdiarkirin ku girtiyên di Girtîgeha T ya Hatayê de serî hildaye û bi destwerdana leşkeran serhildan hatiye serkutkirin. Her wiha hat ragihandin ku dû ji girtîgehê bilind bûye û dengê çekan hatiye.

18.39

Dîmenên taxa Yeniyê ya Semsûrê

18:34

Gelê Armûtlûyê bi şev li bazara taxê dimîne

Malbatên mexdûrên erdhejê li Taxa Armûtlû ya Hatayê, ji ber sê roj in hêj kon nehatine, bi şev li Bazara Taxê ya Armûtlûyê dimînin. Li taxê, ne ceyran e ne jî înternet, gel agir dadide û xwe dide ber.

18:33

Bang li kurê xwe yê di bin kavilan de kir

Li Taxa Armûtlû ya Hatayê ku makîneyên kar piştî rabûna erdhejê 59 saet bi şûn de hatin, mexdûrên erdhejê ketine hewila derxistina xizmên xwe ji bin kavilên xaniyan. Li Kuçeya Sogutlu, bavek bi deqeyan bang li kurê xwe yê di bin kavilan de kir.

18:31

Bertekên şêniyên taxa Armûtlûyê

Li taxa Armûtlû ya Hatayê, cenazeyên ji binê kavilan tên derxistin li erdê tên hiştin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan. Ji şêniyên taxê Semîr Dalyan ê ku hewl da malbata xwe di bînahiya Tîmûrtaşê ya 7 qatî de hilweşiyayî di bin kavilan de derxe, wiha got: "Ne dewlet û ne jî AFAD'ê alîkarî nekirin. Dildar û leşker hene, lê alav bi wan re tune ne. Min bavê xwe bi destên xwe ji bin kavilan derxist, lê di rê de jiyana xwe ji dest da."

 

17.41

Parlamenterên HDP’ê li Semsûr û Meletiyê ne

Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu li Golbaşi ya Semsûrê, Garo Paylan jî li navçeya Oren a Malatyayê serdan li mexdûrên erdhejê kir.

Alîcan Onlu destnîşan kir ku navçeya Golbaşi ya Semsûrê pir hilweşiyaye û got ku li serê her kuçeyê bi dehan avahî xera bûne. Onlu got ku jidestdayîna jiyana xwe ya mirovan ji hejmarên fermî pir zêdetir e û da zanîn ku komên lêgerîn û xelaskirinê duh dest bi kar kiriye lê ne bes in.

KRÎZA SÎ Û STARÊ

Parlamenterê HDP’ê Paylan jî li navçeya Oren a Meletiyê anî ziman ku nifûsa navçeyê du hezar û nîv e lê tu avahiyek ji pêyan nemaye. Paylan diyar kir ku dexil û dan hêj nû gihîştiye û got: “Krîzeke cidî ya sî û starê heye. Divê bi lez û bez ceyran û av ji bo vê derê bên dayîn.“

Alîkariya rêxistinên bajar û navçeyên HDP’ê şandine cihên erdhej lê rabûye, bi rêya parlamenteran tê belavkirin.

16:39

Hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane bû 9 hezar û 57 kes

Rayedarên dewleta Tirk da zanîn ku hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, bûye 9 hezar û 57 kes.

16:36

Du kes ji Apartmana Akar bi saxî hatin derxistin

Roja sisêyan a erdhejê, kesa bi navê Hediye Arslan û yek ku nav nehat zanîn ji bin kavilê Apartmana Akar bi saxî hatin derxistin.

Li navçeya Rezan a Amedê, keseke bi navê Hediye Arslan û jineke din ku navê wê nehat zanîn, ji bin kavilê Apartmana Akar ku li ser Rêya Emekê, li kuçeya 482’yemîn e, bi saxî hatin derxistin. Nava rojê cenazeyên 8 kesan ji bin kavilê avahiyê hatin derxistin. Heta bi niha 23 kes bi birîndarî û 19 kes jiyana xwe ji dest dayî; bi tevahî 42 kes ji bin kavilê apartmanê hatine derxistin.

Li gor texmîna Komên Serokatiya Birêvebirina Karesatan û Rewşên Lezgîn (AFAD), hêj 130 kes di bin kavilê apartmanê de ne.

16:16

Li Şêxmeqsûdê cenazeyê mexdûrekî erdhejê hate veşartin

Di encama erdhejê de ku bandor li gelek herêmên Sûriyê kiriye, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de welatiyê bi navê Xalid Hemo hebû ku destpêkê birîndar bûbû.

Hemo ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da û îro li goristana gundê Pino yê bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmekê bi beşdariya malbat û xizmên wî, endamên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî hate oxirkirin.

Duh êvarê cenazeyên 4 welatiyên ku di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn; Sandra Îbo (11), Norhan Yusif (13), Rewan Îbrahîm (16) û Xelîl HIsên Hemo (40), li heman goristanê hatibûn veşartin. Lê cenazeyê pitikek nenas heta niha nehatiya veşartin.

16:04

Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re

Di çalakiya li ber avahiya NY’yê ya li Cenevreyê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê dewamkirin, yên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn û bang ji bo piştevaniyê hat kirin.

15:53

Li Semsûrê bertekên gel

 

15:52

Nalînên Nurdagê

Li navçeya Nurdagê ya Dîlokê rê, pîr û avahî hilweşiyan. Hema hema li taxên Aslanli, Yenî û Fatîhê tu avahiyên sax nemane. Ji ber ku ambûlans kêm in, cenaze li kolanan tên hiştin yan jî li ser hev li ambûlansê tên siwar kirin. Bi her cenazeyên ku di bin kavilan de tên derêxistin, dengê nalînan bilind dibin. Li piraniya bajêr telefon, eletrîk, înternet û av tune ne.

15:46

Li Semsûrê cenaze li erdê ne

Li Semsûrê nexweşxaneya bajêr tijî bûye. Rewşa lezgîn naye xebitandin. Ji ber ku di morgê de cih nemaye, cenaze li erdê ne.

15:29

Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’

Pêdiviyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berhev kirin û şandin herêma erdhejê, bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) destûr hate dayin ku di bin kontrola polîsan de were belavkirin. Alîkariyên ku di wesayîteke ketina navçeya Wêranşara Meletiyê hate rawestandin bi polîsan re hate belavkirin. 

15:27

Xelkê Dîlokê: Alîkarî nehatiye, ne nan heye ne av!

Mexdûrên erdhejê yên li Dîlokê ku bi derfetên xwe kon danîne û tu alîkarî negihiştiye wan, anî ziman ku nan û av bi destê wan nakeve.

15:16

Dîmenên ji kolana Fatîh a Bazarcixê

15:15

Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Geverê hatin veşartin

Selcan Bagiş (29) û kurê xwe Abdullah Efe û keça xwe Sila ku di erdheja li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê de jiyana xwe ji dest dabûn, îro cenazeyê wan birin navçeya Gevera Colemêrgê. Cenazeyê dayik û zarokên wê li gundê Manîs ê Geverê hatin veşartin. 

15:13

Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin

Girtiyên di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Girtiyan ragihand ku piştî erdhejê derz li dîwarên girtîgehê ketine û gotin ku rêveberiya girtîgehê heya niha ji bo vê tiştek nekiriye. 

15:11

Nûçegihana JINNEWS’ê û yê MA’yê hatin destgîrkirin

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş û nûçegihana JINNEWS’ê Sema Çaglak ku xwest dîmenên kavilên avahiyên erdheja li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê rabûye, bikişînin, hatin destgîrkirin. Raporên tenduristiyê yên nûçegihanan ji nexweşxaneya dewletê ya navçeyê hatin wergirtin û ji bo girtina îfadeyên wan ew birin qereqola polîsan.

15:09

HDP, li Wan’ê bû seferber

Gelê Wanê, diçe avahiya HDP’ê da ku bikare alav û amûrên ji bo alîkariyê hatine berhevkirin bigihîne mexdûrên erdhejê, dikandaran jî dest bi kampanyaya alîkariyê kiriye. Maseya krîzê ku ji aliyê HDP’ê ve hatiye avakirin jî xwe daye ser berhevkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê. Alîkariya hema bibêje ji her dera Wanê tê, li HDP’ê tê civandin û bi dûv re ji bo mexdûran tê şandin. Rêvebera Maseya Krîzê ya HDP’ê ya Wanê Ayşe Mînaz, diyar kir ku wan dest bi ‘kampanyaya malbata xwişk û bira’ kiriye û xelk li gelek kampanyayê dibe xwedî û got: ‘’Banga me li gelê me ew e ku divê hinekê din hay ji kampanyayê hebe û em gelek in ku dizanin bê ka piştevanî çi hêzek e. Em maseya krîzê dibêjin ku mala gelê me ava be.’’ Berber Zafer Şen biryar daye ku pereyê ku wê kar bike ji mexdûrên erdhejê re bişîne û li ser camekana dikana xwe wiha nivîsiye: ‘’Tiştê ji milê me were divê em bikin. Pereyê ku wê bê em ê bişînin ji mexdûrên erdhejê re.’’

15:08

Wêneyên ji kolana Fatîh a Bazarcixê


         


        

15:06

Karakaş ku malbata wî di bin kavildan de maye bertek nîşan da

Zekî Karakaş ê ku hevjîn û 3 zarokên wî 3 roj in li navçeya Kolik a Semsûrê di bin kavilan de ne, bertek nîşanî desthilatdariya AKP-MHP’ê da.

14:55

Gel bertek nîşa da, wezîrê AKP’î û walî reviya

Li Semsûrê Wezîrê Gihandinê Adil Karaîsmaîloglû û Waliyê Semsûrê Mahmût Çûhadar li ser bertekên gel, li wesayîtên xwe sûwar bûn û reviyan. Di dîmenan de huya dibe ku gel pehîn li wesayitan didin.

15:04

18 kes hatin destgîrkirin, 5 kes hatin girtin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku alîkarî neda mexdûrên erdhejê, parvekirinên li ser medyaya dîjîtal qedexe kir. Ji nav 202 hesaban, 18 kes hatin destgîrkirin û 5 kes jî hatin girtin.

14:39

Di erdhejê de 10 bijîjkan jiyana xwe ji dest dan

Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) ragihand ku di erdhejê de li sê bajaran 10 bijîjkan jiyana xwe ji dest dane. Di hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de, navên wan parve kirin: Pisporê Cerrahî yê Giştî Dr. Alî Ekrem Tûnçer ku li Meletiyê dixebitî, Serokê Odeya Tabîp ê Semsûrê yê berê Dr. Şerîf Ayaz, ji hekîmên Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê ya Nû Dr. Alper Sezer Aba, Dr. Fatma Tosûn a ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hatayê weke Pispora Nexweşiyên Sîngê dixebitî, ji hekîmên Kilînîka Tibê ya Lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hatayê Pispor. Dr. Leyla Surmelî Eyvaz, Seroka Beşê Zanista Bingehîn a Cerahiya Sîngê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê Prof. Dr. Tulîn Dûrgûn Yetîm, Dr. Alî Ozturk ê li Semsûrê dixebitîn, Dr. Bûrcû Şahîn, Dr. Eyûp Turkmen û Dr. Ahmet Îrfan Gedîk ê li Edeneyê dixebitîn, di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan.

14:35

Cenazeyên nasnameya wan nehatine eşkerekirin wê werin veşartin

AFAD’ê diyar kir cenazeyên ku nasnameya wan nehatine tespîtkirin wê piştî 24 saetan werin veşartin. AFAD’ê diyar kir wê DNA, şûna tiliyan û wêneyên cenazeyan were qeydkirin, piştre jî cenaze werin veşartin.

14:33

10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin veşartin

Li Semsûrê 10 kesên ji heman malbatê yên ku di bin kavilan de mabûn li Wanê hatin veşartin. Cenazeyê Diyar, Şîrîn, Mecît, Ayşe, Şehmûs, Kevser, Nîsanûr, Dîlan, Narîn û Meryem Yorgûn ên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn li Wanê hatin veşartin.

14:31

Li Semsûrê hîna li piraniya cihên kavilan xebat nayê meşandin

72 saet bi ser erdhejê re derbas bû. Her çi qasî ku rayedarên dewleta Tirk dibêjin me xwe gihandiye her derê, li Semsûrê hîna li piraniya cihên kavilan xebat neyê meşandin. Li Semsûrê ji bo alîkariyê, pêwîstî bi hêza mirovan heye.

13:56

7 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyên 7 kesên ji heman malbatê yên li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hatin veşartin.

Cenaze li gundên Xizênê û Xelomer ên li başûrê Kobanê hatin veşartin.

Kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Ji Berx Botanê Şare Şêx Mihemed (60) û bûka wê Leyla Ehmed Misto (30) (Ji gundê Tormanê) û neviyên wê Viyan Salih Ebdî (5), Xezale Salih Ebdî (7), Diyar Salih Ebdî (8). Nesrîn Ismet Ebdî (19) û Seîd Mihemed Seîd (13).

13:52

Meşa ciwanan di roja 4’an de ye: Banga piştevaniyê ji bo mexdûrên erdhejê hat kirin

13:34

Li Dîlokê gel bi derfetên xwe li ber xwe dide

Mîna gelek herêmên ku erdhejê bandor lê kir, li taxa Guzelvadî ya Dîlokê jî mexdûrên erdhejê hewl didin bi derfetên xwe li ser piyan bimînin.


         


        

Ji roja destpêkê ya erdhejê û vir ve, di serî de AFAD, walîtî û şaredarî ti ji saziyên pêwendîdar ên dewletê alîkarî negihandin taxê. Şêniyên taxê ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn bêpar têne hiştin. Li gel pirsgirêkên stargeh û germkirinê, pirsgirêka xwarin û vexwarinê jî giran dibin. Şêniyên taxê li benda alîkariyê ne.

13:24

Komalên Ciwan: Divê em bi ruhê seferberiyê piştevaniyê xurt bikin

13:09

Li Doganşehîrê bi dijwariya 5.3 pileyî erd hejiya

Li navenda navçeya Doganşehîr a Meletiyê bi dijwariya 5.3 pileyî erd hejiya. Erdhej bi 3.08 kîlometreyî li binê erdê qewimî.

12:58

Şewata li bendergeha Skenderûnê dewam dike

Şewata ku ji ber erdhejê li bendergeha Skenderûnê rû da, dewam dike. Bi du helîkopteran û balafireke vemirandina şewatê hewl tê dayin ku şewat bê vemirandin.

12:46

Li Semsûrê birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdoran e

Li Semsûrê birînda û kesên jiyana xwe ji dest dane tînin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.Ji ber ku li bajêr tekane nexweşxane ye, kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar li korîdorên polîklînîkan in. Gelek kesên tînin nexweşxaneyê jî piştî tedawiya li ser lingan, ji nexweşxaneyê derdixin.

12:24

Hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe

Li gorî daneyên ku ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatine eşkerekirin, ji ber erdhejê 8 hezar û 574 kesî jiyana xwe ji dest dan, 49 hezar û 133 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku hejmara rastî ya qurbaniyên erdhejê ji daxuyaniyên fermî gelekî zêdetir e.

12:22

Li Berlînê maseya krîzê ya erdhejê hate avakirin

Piştî rûdana erdhejê ya li Mereşê, ji bo bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên mexdûran re bê dayin li paytexta Elmanya Berlînê maseyeke krîzê hate avakirin.

Li maseya krîzê ji bo alîkariyê bang tê kirin, ji bo xurtkirina piştevaniya gelê Kurdistanê û gihandina alîkariyê hewldan tê kirin.

Bi navê maseya krîzê ya erdhejê Îsmaîl Parmaksiz got, "Bi banga alîkariyê ya lezgîn a Heyva Sor a Kurdistanê me jî li Berlînê maseya krîzê ava kir û em ê hewl bidin ku ji bo alîkariyê çi ji destê me bê bikin."

Parmaksiz anî ziman ku maseya krîzê ji bo şandina kon, kinc û dermên dixebite û diyar kir ku li gel daxwaz û alîkariyeke mezin heye jî ji ber astengiyên dewleta Tirk nikarin malzemeyên alîkariyê bişînin. Parmaksiz got, "Ji ber vê yekê me bêhtir guncaw dît ku alîkariya madî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bikin. Ev alîkarî wê bi berdêla meqbûzê bê kirin û dema gihîşt hewcedardan wê bi dîmenan jî bê nîşandan."

Li gorî Parmaksiz li deverên cuda yên Berlînê di rojê diyarkirî de wê standên alîkariyê bêne danîn û 8'ê Sibatê saet di 13:00 de li Alexanderplatzê standa destpêkê bê danîn.

Agahiyên pêwîst ên ji bo xwegihandina li Maseya Krîzê:

Elmanya: Heyva Sor a Kurdistanê e.V. Kreissparkasse Köln Wilhelmstr.1253840 Troisdorf

IBAN:DE49 3705 0299​0004 0104

*

Heyva Sor a Kurdistanê e.V. Kreissparkasse Köln Wilhelmstr.1253840 Troisdorf

IBAN:DE49 3705 0299​0004 0104 81

BIC /SWIFT: COKSDE33XXX

Veya Paypal ile:

www.paypal.me/heyvasorakurdistane

HEYVA SOR A Kurdistanê کوردوستان سووری مانگی

*

Heyva Sor a Kurdistanê Wilhelmstr. 12/53840 Troisdorf - Elmanya

Tel: +49 (0)2241 9752583

Faks: +49 (0)2241 9752584

www.heyvasor.com

E-posta: [email protected]

12:17

Rêxistinên ekolojiyê: AKP hewl dide bobelatê ji xwe re bike firsend

Yekîtiya Ekolojiyê û Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê: "AKP hewl dide bobelatê ji xwe re bike firsend. Bi vê armancê li herêmê Rewşa Awarte hate ragihandin. Bi hinceta Rewşa Awarte dixwaze alîkariya înîsiyatîfên sivîl û derfetên piştevaniyê asteng bike. Dewleta ku wezîfeyên xwe yên bingehîn ên organîzasyon û koordînasyonê bi cih nîne, îro gelên Tirkiyeyê neçar hiştiye ku xwe bi xwe bi rêxistin bike."

12:15

Sancar li Mersînê serdana birîndaran kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar tevî heyeta pê re li Nexweşxaneya Bajêr a Mersînê serdana birîndaran kir. Sancar got, "Gelek birîndar hene ku nasnameya wan nayê zanîn û gelek zarokên biçûk hene ku malbatên wan nehatine tespîtkirin. Koordînasyona me ya krîzê tevî yekîneyên me yên tenduristiyê bi hemûyan re eleqedar dibin. Li herêmê pirsgirêka cidî ya koordînasyonê heye. Rewş gelekî metirsîdar e, hevalên me yên li koordînasyonê dixebitin hewl didin bibin alîkar. Em hewl didin bi ATO û saziyên din re pirsgirêkê çareser bikin."

12:13

Ji Girtîgeha Tîpa L a Maraş Turkoglû girtî hatin veguhastin

Li Girtîgeha Tîpa L a Maraş Turkoglû ku ji ber erdhejê xisar lê bû, girtî ji girtîgehên cuda hatin veguhastin. Girtiyan li malbatên xwe geriyan û jê re gotin ku xisar gelekî zêde ye û erdhejan jî li pey hev dewam kirin.

Girtî ji girtîgehên li Aksaray, Enqere û Kayseriyê re hatin veguhastin.

12:11

Li Silêmaniyeyê gel ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû

12:09

Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê bi hev re heq ji bobelatê derkevin

11:36

Gunay: Em banga piştevaniyê dikin

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê mirinê li mexdûrên erdhejê ferz dike û got, "Em ê birînên vê felaketê bi hev re bipêçin. Ji bo piştevaniyê em bang dikin."

11:30

Rêveberiya Xweser cenazeyên qurbaniyên erdhejê wergirt

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kir ku cenazeyên kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan, ji Deriyê Ewn Dadat ê navbera Cerablûs û Minbicê wergirtine. Hate ragihandin ku cenazeyên hatine wergirtin radestî malbatên wan hatine kirin. Heta niha 18 cenaze gihîştine herêma Firatê, 7 cenaze gihîiştine herêma Reqayê û 2 cenaze jî gihîştine herêma Sirînê.

11:26

Pisporê Erdhejê Savaş Karabulut: Berpirsiyarê vê qetlîamê hikûmet e

Endamê Hîndekariya Beşa Endezyariya Înşaatê ya Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê û Pisporê Erdhejê Savaş Karabulut ji Ajansa MA’yê re axivî û diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji yên ku hatine eşkerekirin gelekî zêdetir in û berpirsyarê sereke yê van bûyeran hikûmet e. Karabulut got, “Piştî hemû erdhejan em dibînin ku tenê muteahît tên cezakirin, lê hikûmeta navendî ya li vir û rêveberiyên herêmî berpirsyarên sereke ne. Ji ber ku di serî de, ew destûr didin muteahîdan û piştî her karesatê her tiştî bi qederê ve girêdidin. Herî kêm yek ji rewşên ku li van herêmên erdhejê derket holê, kontrolkirina avahiyan û wergirtina tedbîran bû. Divê li Tirkiyeyê hemû avahî yek bi yek bên kontrolkirin, avahiyên bi rîsk bên diyarkirin û di encama van tespîtan de hilweşandin an jî xurtkirin bê kirin. Binêrin, mirov di bin betonên avahiyan de perçiqîn. Ji ber vê yekê, mirinên di van erdhejan de, qetlîamên yekser in.”

11:20

Tîma dilxwazan a ji 300 kesî tevî 60 endezyarî bi rê ket

Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê bi 5 TIR'an malzemeyên alîkariyê tevî tîma ji 300 kesî ya dilxwazan û 60 endezyarî ji mexdûrên erdhejê yên li Semsûr û Mereşê re şand. Bi tevlîbûna dilxwazên nû re tê payin ku ev hejmar zêdetir bibe.

11:09

Enternasyonalîstan ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniyê kirin

10:49

Ji Başûrê Kurdistanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê dewam dike

10:42

Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Amedê: Di bin kavilan de gelek kes hene

Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev agahî belav kir

“Li Amedê 132 kesan jiyana xwe ji dest dane, 742 kes piştî qedandina tedawiyê ji nexweşxaneyê derketine, tedawiya 129 kesan didome, 38 di beşa venihêrîna kûr de ne, 909 kes birîndar bûne. Li bajêr di bin enkazan de hê gelek kes hene.”

10:41

Lîsteya kesên li Amedê di binê kavilan de mane

Parêzer Ferîde Laçîn li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal lîsteya 64 kesan parve kir ku di binê kavilê li Navenda Kar a Galerîa ya Amedê de mane. Laçîn ji bo alîkariyê banga lezgîn kir.

Lîsteya kesên ku di binê xirbeyan de mane bi vî rengî ye:

"Nevroz Erdoğan, Hatice Özge Tuncay, Serhan Özdemir, Suleyha Özdemir, Derin Çelik, Şehmuz Elbat, Emir Urakçı, Pelda Aygün, Ali İmran Ensarioğlu, Yusuf Özaydın, Fatma Zehra Çetiner, Serpil Tokdemir, Hadi Çiçek, Sedef Fatoş Özdemir, Ramazan Serhat Akyüz, Samet Özdemir, Irmak Çelik, Okyanus Çelik, Nurullah Elbat, Eylül Dayan û malbata wê, Engin Nupelda, malbata Doğruer, Emircan Çetiner, Merve Görüş, Maşallah Çeçik, Ramazan Durgun, Evin Talay, , Samet Talay, Rozerin Batmaz, Yasin Batmaz, malbata Ceylan, Sidar Bulak, Eda Çaçan, Erdal Çaçan, Deniz Akçan Karan Akçan, Roda Akçan, Lira Akçan, Halil Tuna, Serdar Tuna, Sidar Tuna, Ayhan Tuna, Zeynep Tuna, Zeleyha Bulak, Kadir Bulak, Latin Bulak, Berna Ertürk, Melike Alp, Abdullah Aziz Baver Alp, Burak Şahin Biryar Türkan, Süleyman Alaş, Mustafa Yeğin, Alın Yeğin, Süleyman Gündüz û malbata wî, Makbule Arslan, Husamettin Arslan, Abdulkadir Arslan, Eylem Arslan, Rüya Arslan, Kübra Arslan û Tahir Arslan.” 

10:25

Alîkariya HDP’ê gihişt Semsûrê

HDP’ê li Semsûrê maseya krîzê ava kir. Li Cemxaneya Taxa Yenîşehîrê xwarin û vexwarin li gel tê belavkirin. Alîkariyên ku ji Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê jî hatibûn komkirin, niha gihiştine bajêr. Alîkarî li mexdûrên erdhejê tên belavkirin. Xebatkarên tendirustiyê yên dildar ku ji bajarên derdorê hatibûn jî alîkariya lezgîn didin gel. 

10:22

AFAD: 7 hezar û 108 kesî jiyana xwe ji dest dan

AFAD'ê ragihand ku 7 hezar û 108 kesî jiyana xwe ji dest dane, 40 hezar û 910 kes birîndar bûne.

Lê belê tê gotin ku hejmara rastî ji daxuyaniya fermî gelekî zêdetir e.

10:15

Kampanya alîkariyê ya HDP'ê mezin dibe

10:14

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di Asta 3'yemîn de Rewşa Lezgîn ragihand

Dîrektorê Herêma Ewropayê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Dr. Hans Klûge diyar kir, ku ji ber erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê 'Rewşa Lezgîn a Asta 3'yemîn' ragihandine ku asta herî bilind.

Îlana 'Rewşa Lezgîn a Asta 3'yemîn' tê wê wateyê ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê weke sazî hêza xwe bi temamî seferber bike.

10:12

Li Amedê piştevanî dewam dike

Li Amedê, gel bi rêya tevnên ku danîne piştevaniyê xurt dike. Ji serê sibehê heta nîvê şevê dilxwaz ji bo mexdûrên erdhejê şorbe, betanî, xwarin, paçên zarokan belav dikin. Dilxwazan serê sibehê li Galerîa ya Amedê şorbe belav kirin. Piştre jî li qada kombûnê ya li Sumerlerê belav kirin.

10:10

Togrûl: Mirov bi destan kavilan dikolin û hewl didin xizmên xwe rizgar bikin

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ji ANF'ê re axivî û got, "Divê mirov du tiştan bibêje; yên li binê xirbeyan û pirsgirêkên xelkê yê normal. Em li navçeyan geriyan; li Bazarcix, Nûrdagi, Îslahiye û gundan geriyan. 3 navçe bi temamî hilweşiyane. Avahiyên li ser piyan mane jî xisareke giran li wan bûye."

Togrûl got, "Me tespît kir ku tîmên pispor ên lêgerîn û rizgarkirinê negihîştine herêmê. Mirov bi derfetên xwe, bi destan kavilan dikolin û hewl didin xizmên xwe ji binê xirbeyan rizgar bikin. Tî ne, birçî ne, li herêê înternet, elektrîk, av, gaz nîne, mirov diqefilin. Her kes li derve ne, yên wesayita xwe hene di wesayita xwe de ne. Ji bo pêwîstiyên bingehîn jî derfet bi destê wan nakeve. Av nîne, kon negihîştiye herêmê. Beriya her tiştî divê gaz, kon, av, nan bigihêje herêmê."

Togrûl got, "Desthilatdariya APK-MHP'ê, dewlet di binê erdhejê de mane. Ti organîzeyeke wan nîne. Alîkariya ji bo gelê me asteng dikin. Li pêşiya piştevaniya civakê astengiyeke mezin datînin. Dramek li herêmê heye."

10:00

Dîmenê karên alîkariyê yên HDP'ê

09:57

Elîf Bozkûrt li MA'yê geriya: Piraniya Elbistanê hilweşiya

Elîf Bozkûrt xwe gihand Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê û diyar kir ku piraniya Elbistanê bi erdheja duyemîn re hilweşiya ye. Bozkûrt anî ziman ku di erdheja destpêkê de 3 avahî xera bûbûn û demekê ew li derve man û got, "Ji ber ku hewa gelekî sar bû, piştî erdheja destpêkê bi demekê em ketin hundir. Lê belê di erdheja duyemîn de piraniya navçeyê hilweşiya. Avahiyên ku hilneweşiyan jî xisareke mezin lê bû."

09:55

KBDH: Divê em ji bo pêdiviyên gelê xwe seferber bibin

09:42

Bîlanço giran dibe

Hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan her kêlî zêde dibe. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku heta saet 09:45'an hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 6 hezar û 957 kes e. Hate ragihandin ku 38 hezar û 224 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin, hejmara qurbaniyan gelekî zêdetir e û hîn jî gelek kes di binê xirbeyê avahiyan de ne.

09:32

Hunermend û rêxistinên civakî yên hatin Bazarcixê tevlî karê rizgarkirinê bûn

Ji Amed, Şirnex û gelek bajarên derdorê dilxwazan berê xwe dan Bazarcixê ku navenda erdhejê ye û tevlî karê alîkariyê bûn. Endamên Şanoya Bajêr a Amedê, Ma Musîc, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê û Platforma Şaxên Şirnexê yên KESK'ê jî di nav de nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl li bajêr tevlî karê alîkariyê bûne.

09:20

Xelkê Semsûrê ber bi walîtiyê ve meşiya

Li Semsûrê, erdhejzedeyên ku kon û stargeh bi destê wan ve nakeve, neçar man ku li dora êgir, li ber kavilan şeva xwe derbas bikin. Ji binê xirbeyê gelek avahiyan hîn jî banga alîkariyê tê kirin. Lê belê karê lêgerîn û rizgarkirinê gelekî kêm e. Ji ber ku karê rizgarkirinê nayê kirin, şêniyên bajêr ber bi Walîtiya Adiyamanê ve meşiyan. Xelkê Semsûrê niha li ber avahiya walîtiyê ye.

09:14

MA Muzîk: Divê her kes bê herêmên erdhejê û tevlî kar bibin

Xebatkarên MA Muzîkê bi rengekî çalak tevlî karên rizgarkirinê dibin. Kedkarên MA Muzîkê bang li her kesî kirin ku bên herêmên erdhejê û tevlî karên lêgerîn û rizgarkirinê bibin.

08:55

Ji Dîlokê dîmenê erdhejê û nerazîbûna gel

08:36

Li Îslahiyeyê avahiya ku zerar nedîtibe nîne

Li Îslahiyeyê li ber erdhejê sê roj in elektrîk û av nîne. Li navçeyê avahî nîne ku zerar lê nebûye. Ji ber erdhejê jis edî 70 ê navçeyê xera bûye, yên mayî jî zerar lê bûye. Li bajêr dar hemû wergeriyane, pir û mizgefta li navenda navçeyê xera bûne.

08:34

Dewleta Tirk alîkariyan asteng dike

Rayedarên Navendî ya Koordînasyona Krîzê wê ji vir û şûn de nêzî 30 Tiran alîkarî wê bişînin herêmên erdhejê. HDP alîkariyê dike, lê alîkariya HDP’ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin. Rayedarên HDP’ê di serî de ciwan bang li her kesê kir ku li herêmên erdhejê alîkariyan belav bikin.

08:33

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê xebatên xwe didomîne

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê tîmên tenduristiyê şandine Mereş, Dîlok, Semsûr û Rihayê û xebatên rizgarkirinê didomînin. Tîmên ku hatîn şandina herêmên erdhejê, ji bo piştevaniya bi malbatan re peywendiyan jî datînin.

08:06

UNICEF: Erdheja herî xurt a 100 salên dawî ye

Berdevkê Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder got, erdheja ku li Bakurê Kurdistanê qewimî erdheja herî xurt a 100 salên dawî ye ku li herêmê rû da.

08:04

AFAD: 6 hezar û 234 kesî jiyana xwe ji dest dane

AFAD'ê ragihand ku di erdhejan de 6 hezar û 234 kesî jiyana xwe ji dest dane, 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku hejmara rastî gelekî zêdetir e. Hîn jî gelek mirov di binê xirbeyê avahiyan de ne.

07.43

Gel: Ji sedî 90’ê Semsûrê hilweşiya

Xelkê Semsûrê bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: “Li navendê 80-90 hezar miriyên me hene. Sedî 90’ê Semsûrê hilweşiya e. Hikûmet, dewlet, elektrîk, av, gaza xwezayî û nan nîne. Xelkê me birçî ye û em nikarin cenazeyên xwe derbixin. Xebitîn nîne, em hewl didin ku bi derfetên xwe cenazeyên xwe derbixin.”

07.39

Alîkariyên hatin komkirin, gihiştin Meletiyê

Alîkariyên ku bi banga rêxistinên bajar û navçeyê yên HDP’ê hatine komkirin, duh bi şev gihiştin Meletiyê. Alîkariyên ku hatin komkirin, wê di nava rojê li nava xelkê werin belavkirin.

07.32

Li Sûriyeyê 2 hezar 470 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Sûriyeyê li gorî daneyên ku dewletê eşkere kirî, di erdhejê de herî kêm 2 hezar 470 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hetanî niha zêdeyî 2 hezar 600 kes birîndar bûne.

07.24

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, zêde dibe

Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, her kêliya ku derbas dibe zêdetir dibe. Rayedarên dewleta Tirk ragihand ku kesên jiyana xwe ji dest dane 5 hezar 894’in û 34 hezar 810 kes jî birîndar bûne.

Gel jî dibêje ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, hîn zêdetir e.

07.22

Xelkê Bazarcixê di hewaya bi pileya -5 de, li kolanan dimîne

Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku barageha navenda erdhejê ye, gel di hewaya bi pileya -5 de li kolanan dimîne. Malbatên ku şev li kolanan derbas kirîn, diyar kirin ku hîna gelek cenaze di bin kavilan de hene.

05:54

Erdhejzedeyên Dîlokî: Saziyên dewletê xemsar in

05:53

Şêniyên Elbistanê bi şev li cemxaneyê dimînin

05:52

Desthilatdarî erdhejê bi kar tîne

Di encama erdhejê de ya li Bakurê Kurdistanê, ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bû û bandor li 10 bajaran kir, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên di binê enqazê de mane hînê nayê zanîn. Tevî ku 48 saet di ser erdhejê re derbas bûne, hîn jî dewletê xwe negihandiye gelek herêman û enqazan. Gel hewl dide bi derfetên xwe mirovên di binê xirbeyan de mane rizgar bike. Hikumeta Tirk di roja duyemîn de biryar da ku Rewşa Awarte ragihîne.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî xala 119'an a Destûra Bingehîn wan biryar dane Rewşa Awarte ragihînin. Erdogan piştî rûdana erdhejê bi 24 saetan bi vê daxuyaniyê yekemcar li ser mijarê axivî. Lewma fikar heye ku bi biryara Rewşa Awarte re erdhejê jî bi kar bîne. Ji ber vê yekê;

- Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên muxalîf li derveyî vê pêvajoyê têne hiştin. Bi taybetî li Mereş, Amed, Dîlok, Edene, Osmaniye, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê li şûna hêzên pêwendîdar ên dewletê, rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelê sivîl bi derfetên xwe ji kêliya destpêkê ve dest li rewşê werdan. Lê belê bi ragihandina Rewşa Awarte re wê li derveyî vê pêvajoyê bêne hiştin.

- Wê pêşî li wê yekê bê girtin ku pêvajo bi zelalî neyê meşandin. Di mijara destwerdana li enqazan û gihandina alîkariyê ji bo hewcedaran fikar hene. Di vê mijarê de bi taybetî ji desthilatdariya AKP-MHP'ê guman têne kirin.

- Ji periyodên daxuyaniyan jî tê fêhmkirin ku hejmara rastî ya mirî û birîndaran vedişêrin. Ji ber ku hejmara rastî ya windahiyan ji daxuyaniyên fermî gelekî zêdetir e, bi vê biryarê re dixwazin pêşî li mirovên sivîl, rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî bigirin ku bi dîmenan rewşê ranexin pêş çavan.

- Wezîrê Guherina Avhewayê û Bajarvaniyê, Hawirdorê Mûrat Kûrûm got, "Ji bilî koordînasyona AFAD'ê em ê nehêlin ku koordînasyoneke din hebe." Her wiha diyar kir ku alîkarî jî wê bi rêya AFAD'ê bêne komkirin. Ji ber vê yekê alîkariya ku rêxistinên civakî yên sivîl ji bo pêçandina birînên erdhejê kom kirine wê bêne desteserkirin.

- Alîkariyên ji derveyî welat bên wê li destpêka bajêr bêne desteserkirin.

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze di nava şert û mercên Rewşa Awarte de hilbijartinê pêk bîne, lewma diyar e ku vê felaketa bi serê civakê ve hatiye weke 'Xêra Xwedê' ji bo xwe bibîne.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatin eşkerekirin, di encama erdhejên mezin ên 6'ê Sibatê de yên li Bakurê Kurdistanê rû dan, heta niha 5 hezar û 894 kesî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê çavkaniyên li herêmê dibêjin, hejmara rastî ji ya hatiye eşkerekirin qat bi qat zêdetir e. Li Hatay, Mereş, Dîlok, Semsûr û gelek bajarên li derdorê, ku erdhejê bandor lê kir, bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin. Li gelek avahiyan ên li herêmê xera bûne, karê lêgerîn û rizgarkirinê hînê nehatiye destpêkirin. Gel hewl dide bi derfetên xwe û bi piştevaniyê birînên xwe bipêçe.

Li herêma erdhejê ku xisareke mezin li nexweşxaneyan jî bû pirsgirêka alavên tibî û dermên jî rû da. Cihên emeliyatê xera bûne, malzemeyên emeliyatê kêm in. Li herêma erdhejê malzemeyên ji bo destwerdana tibî kêm in, ambûlans nikare sotemeniyê werbigire.

HATAY

Li navçeyên Skenderûn, Arsûz, Belen, Antakya, Defne, Samandag, Reyhanli û Kirikhanê yên Hatayê, bi sedan avahî hilweşiyane. Li Skenderûnê ji ber ku cih li morgên 2 nexweşxaneyan nema ye, cenazeyên ji binê xirbeyan têne derxistin bi saetan di hundirê wesayita veguhastina cenaze de têne hiştin.

Xelkê herêmê ya li binê konên ku bi derfetên xwe vedane, yan jî li qadeke vala li dora êgir şeva xwe derbas dike.

Yên li Skenderûnê cihê xwe di nava tîma lêgerîn û rizgarkirinê de girt, gotin "Malzeme nîne, pisporê vî karî nîne. Em ji binê xirbeyan tenê miriyan derdixînin. Her der bûye xirbe."

Li Bendergeha Skenderûnê jî şewata ku piştî erdhejê li depoya konteynerê rû da, dewam dike. Nava rojê bi helîkoptera vemirandina şewatê dest li şewatê hate werdan lê belê bi êvarê re karê vemirandinê bi dawî bû.

Tîma AKÛT'ê jî destpêkê li Nexweşxaneya Dewletê ya hilweşiya dest bi kar kir.

SEMSÛR

Li Semsûrê karê lêgerîn û rizgarkirinê hînê destpê nekiriye. Şêniyên taxan bi derfetên xwe bi kepçeyan hewl didin xwe bigihînin mirovên di binê xirbeyan de mane. Tîmên AFAD'ê şeva Sêşemê gihîştin bajêr û hîn li gelek avahiyên hilweşiyayî dest bi kar nekiriye.

Li bajêr elektrîk ji gelek taxan re nayê dayin, operatorên înternetê jî naxebitin. Ji bo rizgarkirina kesên di binê xirbeyan de mane projektorên pêwîst jî nînin.

Li navçeya Sergolanê tevî ku demeke dirêj di ser rûdana erdhejê re derbas bû, yekemcar tîmekê li avahiyeke xisareke giran lê bû, dest bi karên lêgerîn û rizgarkirinê kir.

Li navçeya Sergolan a Semsûrê rewş giran dibe. Ji ber erdhejê rêya bingehîn a bajêr û rêyên din qelişîne. Qelşên li rê ketin bûn sedem ku xisara li avahiyên din ên li bajêr girantir bibe. Piştî erdhejên li dû erdheja mezin rû dan, bi dehan xanî hilweşiyan. Ji ber xisara mezin, malbatên herêmê şev li derve derbas kir. Malbatên ku derfetên xwe hene li hundirê wesayitan, yên nîne jî li derve li dora êgir şeva xwe derbas kirin.

MEREŞ

Li Mereşê ku 941 avahî bi temamî hilweşiyan, rewş ne cuda ye. Li Bazarcixê ku navenda erdhejê bû, gelek kes hîn ê di binê xirbeyan de ne û karên lêgerînê dewam dikin. Cenazeyên ku ji binê xirbeyan hatin derxistin û du rojan li korîdorên nexweşxaneyê dihatin hiştin, radestî malbatan hatin kirin. Her wiha gelek cenazeyên nû jî anîn nexweşxaneyê. Ji ber ku navê kesên jiyana xwe ji dest dane nikare bêne tespîtkirin, malbat neçar dimînin ku yek bi yek li cenazeyan binihêrin, ku ev yek jî gelekî zehmet e ji bo wan. Cenazeyên ku têne teşhîskirin ji bo veşartinê radestî malbatên wan têne kirin.

AMED

Li Amedê li 7 avahiyên hilweşiyayî 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Apartmana Işik karê lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar destpê kirin. Tê texmînkirin ku bi giştî 28 kes di binê xirbeyê vê avahiyê de ye ku li navçeya Rezanê li kolana Sentoyê ye. Cenazeyê zarokekî û jinekê ji binê xirbeyê vê avahiyê hatin derxistin.

Li navçeya Yenîşehîrê jî li enqazê Navenda Kar a Diyar Galerîa ku 12 qatî bû, karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Tê texmînkirin ku 78 kes di binê enqazê de ne û ji bo wan serî li saziyên pêwendîdar hate dayin.

DÎLOK

Li Dîlokê, gel ji bo xwe bigihîne xizmên xwe bi şev li ber enqaz man. AFAD jî piştî 17 saetan dest bi kar kir.

Li Dîlokê 533 avahî hilweşiyan û hate eşkerekirin ku herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. Xisara herî giran jî li navçeyên Îslahiye û Nûrdagi bû.

Li navçeya Şehîtkamîlê li Apartmana Golgeler a li taxa Încîrlerê ku 15 daîre û dikan lê bû, lê hilweşiya, tê texmînkirin ku 50 kes di binê xirbe de mane. Li avahiyê ku destpêkê şêniyên herêmê dest bi kar kir, doh serê sibehê 5 kes hatin rizgarkirin. Lê belê heta êvarê kes nehate dîtin.