Erdhejzedeyên Dîlokî: Saziyên dewletê xemsar in

Li Dîlokê ku erdhejê bandoreke giran lê kir, 2 roj in şêniyên herêmê li derve ne. Ji xemsariya saziyên dewletê gazinan dikin.

Hejmara qurbaniyên erdhejên li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde dibe. Yek ji bajarên ku erdhejê bandora herî giran lê kir Dîlok û navçeyên wê ye. Li gorî daneyên maseyên krîzê li vî bajarî herî kêm 504 kesî jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 809 kes jî birîndar bûn.

Li navenda bajarê Dîlokê ku karên lêgerîn û rizgarkirinê hînê dewam dikin, şêniyên herêmê li qadên kombûnê hewl didin bi derfetên xwe birînên xwe bipêçin. Şênî ji xemsariya AFAD û saziyên din ên dewletê gazinan dikin û dixwazin pirsgirêka xurek û germkirinê tavilê bê çareserkirin.

Nevzat Guneş anî ziman ku wî dixwest alîkariyê bi erdhejzedeyan re bike, lê belê AFAD û polîs li pêşiya wî bûne asteng û diyar kir li navçeyên Nûrdagi û Îslahiyeyê gelek avahî hilweşiyane.

DIVÊ PÊŞÎ LI DIZIYÊ BÊ GIRTIN

Guneş bi dewamî got, "Divê dewlet alîkariyê bigihîne qadên bejahî yên Mereş û Dîlokê. Em dixwazin malbatên li wê derê bêne rizgarkirin. Divê alîkarî ji gundiyan re bê şandin û gelê me yê li wê derê neyê jibîrkirin. Dewlet divê tavilê van pirsgirêkan çareser bike. Hejmara mirî û birîndaran li gundan gelekî zêde ye. Her wiha li van deveran dizî tê kirin. Divê polîs li pêşiya vê yekê bibe asteng. Ji xwe em zor û zehmetiyan dikişînin, lewma em naxwazin li ber tiştên bi vî rengî jî bikevin. Roj roja piştevanî û alîkariya bi hev re ye."

PIRSGIRÊKA XWARINÊ

Ji erdhejzedeyan Mehmet Ûgûrkaplan jî diyar kir ku 2 roj in ew li derve di sermayê de ne û got, "Hîn jî di binê xirbeyan de mirovên me hene. Em dixwazin ku ew bi saxî bêne rizgarkirin. Li Apartmana Golgeler a ku niha li pêşiya me ye, 16 daîre hebûn. Hema bibêje 35-40 kes di bin de man. Me nêzî 10 kes rizgar kir, lê yên mayî di bin xirbeyan de ne. Alîkariyên tên jî bi giranî alîkariyên şexsî ne. Xwediyên firoşgeh û marketan dibin alîkar. Pirsgirêka me ya xwarin û vexwarinê heye. Em li benda xwarinê ne lê hînê nehatiye. Her wiha ji bo rûniştinê jî kursî divê bên. Nebûna cihê razanê ji xwe pirsgirêkeke mezin e."

Erdhejzede dibêjin alîkariya ku ji AFAD û saziyên din ên dewletê tên gelekî kêm e. Bi taybetî ji xemsariya şaredarî, emniyet û walîtiyê gilî û gazinan dikin.