Ji Başûrê Kurdistanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê dewam dike

Şêniyên Başûrê Kurdistanê bê navbera alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Li Silêmaniyeyê li du navendan alîkarî têne berhevkirin.

Ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê di serî de li Silêmanî, Hewlêr, Germiyan û gelek deverên din alîkarî têne berhevkirin.

Di vê çarçoveyê de ji doh ve li Muzexaneya Emnesoreke alîkarî tê berhevkirin. Bi hezaran kes berê xwe didin wir û alîkariya xwe pêşkêş dikin.

Îro jî li Kargeha Cixareyê jî navendek din a alîkariyê hatiye danîn û şênî berê xwe didin vê navendê û alîkariyên xwe pêşkêş dikin. Li vir alîkarî ji saet 09:00’ê sibehê destpê dike heta êvarê dewam dike.

Li gorî agahiyên ji komîteya alîkariyê hate girtin, wê ev alîkarî hefteyekê dom bike. Her wiha hate gotin ku eger şênî bê navber alîkariyê bike, wê roja alîkarî berhevkirinê jî dirêj bike.