Enternasyonalîstan ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniyê kirin

Enternasyonalîstên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, ji ber erdhejê banga piştevaniyê kirin.

Li Swîsreyê meşa dirêj a enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, di roja 3'yemîn de ji bajarê Bernê destpê kir.

Beriya ku meş destpê bike, enternasyonalîstan ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê deqeyek rêz girtin. Piştre jî daxuyaniyek hate dayin û sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja li Kurdistanê hate xwestin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi hezaran mirov hînê di binê xirbeyê avahiyan de ne û işaret bi astengiya dewleta Tirk a li pêşiya alîkariyê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li şoreşger û demokratên li çar aliyên cîhanê dikin ku piştevaniyê bikin."

Meşvan wê îro bi 25 kîlometreyan bimeşin û bigihêjin bajarê Bûrgdorfê.