Komalên Ciwan: Divê em bi ruhê seferberiyê piştevaniyê xurt bikin

Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Dewlet mirovan dikuje, ne erdhej" û bang kir ku bi ruhê seferberiyê piştevaniya bi gel re bê mezinkirin.

Koordînasyona Komalên Ciwan ji ber erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Di destpêka daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyên erdhejê û gelên Kurdistanê re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê hate xwestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê ev rastî baş bê zanîn ku dewletê gelê me kuştiye, ne erdhejê" û ji bo ciwanan wiha hate gotin, "Weke wezîfeya welatparêziyê ya bingehîn divê li gel gelê me bin, êşên wan parve bikin, di serma û seqemê de bi gelê xwe re bin û wezîfeya  xwe bi serketî bi cih bînin. Ji bo vê jî di serî de ciwanên zanîngehê, divê ciwanên Kurdistanê yên welatparêz hemû; bêyî ku ji bextê dewleta mêtinger û saziyên faşîst re bihêlin, bi hest û hişmendiya welatparêziyê berê xwe bidin herêmên erdhejê û bi rengekî çalak seferber bibin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ji bo wan wezîfeyeke herî lezgîn e ku gel ji bextê qirkerên dijminê Kurdan neyê hiştin û bi hêza xwe hemû birînên xwe bipêçe.

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku desthilatdariya faşîst bi gotinên karesata xwezayî, qeza, qeder hewl dide nerazîbûna gel bi dawî bike û got, "Gav bi gav hewl dide vê rewşê asayî nîşan bide, ku ev yek hewldanek ji bo nixumandina berpirsyariya xwe ye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin ku seferber bibin, wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi cih bînin û nîşan bidin ku keleha esasî ya gel e."