Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê bi hev re heq ji bobelatê derkevin

Tifaqa Ked û Azadiyê got, "Ev rejîma tekperest, mirinê li gelê me ferz dike. Em ê bi hev re heq ji vê bobelatê derkevin. Parastina jiyanê ya gel bi ti hincetê nikare bê astengkirin."

Tifaqa Ked û Azadiyê têkildarî erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi hezaran mirov ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan û hate gotin, "Tevî ku 55 saet di ser erdhejê re derbas bûne, mixabin hîn jî bi hezaran mirovên me di binê kavilan de ne. Mirovên me yên sax mane jî di nava şert û mercên giran ên zivistanê de tî û birçî ne."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji xizmên qurbaniyan û gel re hate xwestin û hate gotin, "Em hêvî dikin ku mirovên me yên di binê kavilan de ne bi saxî rizgar bibin. Êşa me mezin e. Em di şînê de ne.

Li dijî vê desthilatdariya ku sê roj in mirinê li gelê me ferz dike, hêrsa me mezin e. Desthilatdariya AKP-MHP rizgarkirina mirovên me yên di binê kavilan de li aliyekî, di 24 saetên destpêkê yên erdhejê de li bajarên erdhej lê bû, gaveke bi tenê jî neavêt. Ev rejîma tekperest mirinê li gelê me ferz dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi ragihandin Rewşa Awarte re dixwaze erdhejê ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne û hate gotin, "Ya ku divê bê kirin ragihandina Rewşa Awarte nîne. Ya ku pêwîstî pê heye seferberiya civakî ye.

Em; Tifaqa Ked û Azadiyê radigihînin ku di vê pêvajoyê de ya ku her saet ji bo jiyanê di asteke awarte de girîng e, em ê Rewşa Awarte û zextên ji ber vê yekê nas nekin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îro ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi parastina civakê heye. Em bang li dewletê dikin ku derfetên xwe hemûyan ji bo parastina jiyanê û civakê seferber bike. Çavkaniyên gel ne ji bo mayindebûna desthilatdariya xwe, divê ji bo gel bi kar bîne. Yekane daxwaza gelên me ya îro ev e. Astengiyên desthilatdariyê li hemberî jiyan û gel sûc e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku ti biryarên otorîter û zordar wê nikaribe wan ji gel dûr bixînin û ahte gotin, "Em ê vê hilweşînê bi hev re ji holê rakin. Em ê bi hev re heq ji vê bobelatê derkevin. Bi ti hincetê kes nikare parastina jiyana gel asteng bike."