Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re

Di çalakiya li ber avahiya NY’yê ya li Cenevreyê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê dewamkirin, yên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn û bang ji bo piştevaniyê hat kirin.

Di çalakiya rûniştinê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê lê tê dewamkirin, yên ji ber erdheja li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.

Di çarçoveya pêngava“Dem dema azadiyê ye“ de ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ta bi niha roja Çarşemê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Ji bo bi hezaran kesên ji ber erdhejê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û şehîdên têkoşîna ji bo azadiyê rêz hat girtin.

‘EM BAŞ TEV LI KAMPANYAYA HEYVA SOR BIBIN’

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Erdal Atasoy, sed sal in Kurd bi şer û qetlîaman dibin armanc û polîtîkaya dewleta Tirk a berpêyî Kurdan bi bîr xist û wiha axivî: “Gelê Kurdistanê îro jî rû bi rûyê felaketa erdhejê bû. Xerakirina erdhej li Kurdistanê bûye sedem, hêdî hêdî derdikeve holê. Alîkariya ji bo cihên erdhej lê rabûye tê şandin, ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin. Divê em baş tev li kampanyayê bibin ku ji aliyê Heyva Sor ve hatiye destpêkirin.“

Di çalakiyê de, banga tevlêbûna meşê hat kirin ku wê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, 12 Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin.