KBDH: Divê em ji bo pêdiviyên gelê xwe seferber bibin

Konseya Giştî ya KBDH’ê diyar kir divê hemû kes ji bo pêdiviyên lezgîn ên gel seferber bibin.

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) derbarê erdheja li Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KBDH'ê diyar kir "Karakterê dijminatiya li hemberî gel a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi vê wêraniya mezin careke din derketiye holê û got “Em ji malbat û xizmên kesên di erdheja ku di 6'ê Sibatê de li Mereşê pêk hat û herêmeke berfireh bandor li wan kir, sersaxiyê dixwazin. Em ji birîndaran re sersaxî dixwazin û diyar dikin ku êşa gelê êşa me ye jî.  

Di erdheja ku li herêmeke gelek mezin de wêraniyeke mezin pêk anî, herî zêde kedkarên me jin û zarok mexdûr bûn. Wêraniya ku rasterast bandorê li bi mîlyonan mirovan dike, ji ber destwerdana dewletê û amadenebûna dewletê dibe sedema felaketên mezintir. Hîn bi deh hezaran mirov di bin kavilan de ne, bi sed hezaran jî di sar û sermayê de, tî û birçî ne.

Ev rastiyeke îsbatkirî ye dema ku tevbîrên pêwîst bên girtin, nabin sedema mirin û wêrankirina mirovan. Karaktera li dijî gel a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi vê wêraniya mezin careke din derketiye holê. Careke din hat dîtin ku ev desthilatdariya faşîst ji bilî rijandina xwîna gelên me û îstismarkirina wan tiştekî din nake. Hikûmeta ku bi milyaran dolar ji bo şerê ku ji bo jiyana xwe dimeşîne xerc dike û hemû derfetên xwe seferber dike, di mijara jiyana gel de tiştekî nake.

Bi vê rûxandinê re careke din hat fêmkirin ku hikûmetê ji bo erdhejê tu amadekarî nekiriye. Tevî ku roj derbas bûn jî rayedarên dewletê neçûn beşeke mezin a herêma erdhejê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin kirin.

Di van rojên dijwar de mezinkirina hevgirtinê û bi ruhê seferberiyê tevgerîn gelekî girîngtir e. Dem hatiye ku em ji bo hewcedariyên lezgîn ên gelê xwe hêza xwe seferber bikin.”