JIN
Hemû Nûçe
-
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş hat berdan
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş a ku ev saleke bêhtir e di girtîgehê de bû, di rûniştina ewil a dozê de hate berdan. -
TJK-E’yê ji bo festîvalên jinan ên li sê welatan bang kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo festîvalên jinan wê li Elmanya, Fransa û Swîsreyê were lidarxistin, banga tevlêbûnê kir. -
RAJIN: Hevrê Şaristan di têkoşîna azadiya jinê de mînaka dilsoziyê bû
Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) diyar kir ku Şaristan Asmîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê xebatê ragihandina jinê bi kedeke bêhempa meşand û wê li ser xeta wê têkoşîna xwe bidomînin. -
Li Swîsreyê bi sed hezaran kes tevlî greva jinê bûn
Li Swîsreyê di 14'ê Hezîranê de greva femînîst hate kirin û li tevahiya welêt bi sed hezaran jin tevlî bûn. -
Li Swîsreyê bi deh hezaran jin grev kirin
Bi deh hezaran jin li seranserê Swîsreyê jin ji bo rêzdayîn, mûçeya maqûl û emekdariyê xwepêşandan lidarxistin. Bajarê Zurîhê bi rengê xemîr xemilî, jinan ji bo têkîliya bankeya UBS’ê ya bi Erdogan re protesto bikin, makêta Erdogan şewitandin. -
YJA Star: Rastiya şerê azadiyê nîşanî her kesî da
"Milîtana demê Şaristan Asmîn vegotina jiyana azad car bi şerê singesing ê li beramberî dagirkeran, car bi nivîsên xwe, car bi bernameyên gerîlayan, esas jî bi dilsoziya bi xaka xwe ve raber kir." -
Înîsiyatîfa Tolhildana Jinan li Nisêbînê çalakî kir
Înîsiyatîfa Tolhildana Jinan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê agir berda depoyekê. -
NY: Pêşdarazên zayendperest ên civakî berdewam in
Bernameya Bipêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku tevî kampanyayên kûreyî û xwecihî ku ji bo mafên jinan tên kirin, pêşdaraz berdewam in. -
Banga ji bo tevlîbûna li Festîvala Zîlan
Ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan ku wê 17'ê Hezîranê li Gelsenkîrchenê bê lidarxistin, endama TJK-E'yê Nûpel Mûnzûr banga tevlîbûnê kir. -
Li Elmanyayê ji sêyan yekê mêran şîdeta li ser jinê qebûl dikin
Li gorî lêkolîneke ku li Elmanyayê hatî kirin, ji sêyan yekê mêr şîdeta li ser jinê qebûl dikin. Aktîvîstên mafên mirovan ji ber vê yekê matmayî bûne. -
'Jin bi fikrê Rêber Apo bûye pêşeng'
Ji rêveberiya Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir diyar kir ku jinên di nava civakê de biçûk dihatin dîtin, bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî bûne pêşeng. -
Salmaner: Li dijî êrîşan bi têkoşînê em ê bersivê bidin
Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Zeynep Nîlgun Salmaner, diyar kir ku êrîşên li dijî jinan wê bidomin û got ku ew ê li dijî êrîşan bi têkoşînê re bersivê bidin. -
Sercerdevan hewl da jinekê bikuje
Sercerdevan Selahattîn Umay hewl da jina ku pê re zewicî bû bikuje. Zarokê 13 salî ji bo diya xwe biparêze Umay birîndar kir. -
Di sê mehan de herî kêm 94 jin hatin kuştin, 84 jî mirinên bi guman
Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî diyar kir ku, tundiya li ser jinê zêde bûye û ragihand ku di navbera 1'ê Adarê û 31'ê Gulanê de herî kêm 94 jin hatine qetilkirin û 84 jin jî bi guman mirine. -
Kongra Star a Herêma Firatê komxebatek li dar xist
Kongra Star a Herêma Firatê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist. -
‘Heta tecrîda Îmraliyê bidome, wê destkeftiyên jinan bibin hedef’
Meclîsên Jinan a HDP’ê û Partiya Çepên Kesk wiha got: “Ji bo azadî û wekheviyê em di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ne. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome wê desthilatdarî êrîşî jinan bike.” -
Fîlîz a Kurdistanê, Gulan a têkoşîna azadiyê
Di têkoşîna azadiyê de şitle şîn bûbû. Li gel malbat û hevalên xwe li ber doza xwînê, êşkence, asîmîlasyon, komkujî û her cûre polîtîkayan rabû. Bi têkoşîna xwe bû rûmeta malbata xwe, bû Gulana têkoşîna azadiyê. -
Festîvala Jinê ya Zîlan a 17'emîn wê li Gelsenkîrchenê bê lidarxistin
Festîvala Jinê ya Zîlan ku mezintirîn kombûna jinên Kurd ên li Elmanyayê ye, îsal wê di 17'ê Hezîranê de bê lidarxistin. -
Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin
TJK-E’yê têkildarê xebatên li ser têkiliyên derveyîn di 3-4’ê Hezîranê de bi tevlêbûyîna 50 delegeyan li bajarê Basel ê Swîsreyê konferans li dar xist. -
Meclîsên Jinan ên HDK’ê: Em rê nadin ricimkirin û zimanê mêrserwer
Meclîsên Jinan ên HDK’ê, di şexsê Pervîn Bûldan de bertek nîşan da ku çima jinên siyasetmedar bi zimanê mêrserwer tên ricimandin û got: “Em nahêlin.” -
Li Belçîkayê jinên karê înşaetê dikin zêde bûne
Li Belçîkayê, di nava pênc salan de rêjeya jinên karê înşaetê û tesîsatê dikin ji sedî 23,6 zêde bû. -
Li Efganistanê 93 xwendekarên keç û mamosteyên jin bi jehrê ketin
Piştî Îranê vê carê hate hînbûn ku li dibistanên keçan ên li Efganîstanê 93 xwendekarên jin û mamoste bi jehrê ketine. -
Meclîsa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk kom bûn
Meclîsa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo ku encamên hilbijartinê û xeta têkoşîna polîtîk a serdema bê diyar bikin kom bûn. -
TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
TJA’yê nerazîbûn nîşanî êrîşên ku li ser medyaya dîjîtal li hemberî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan hatî kirin, da û diyar kir ku wê li dijî zimanê mêr têbikoşin. -
Jinên ciwan ên herêma Firatê komxebatek li dar xistin
Jinên ciwan ên herêma Firatê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek li dar xistin.