Meclîsên Jinan ên HDK’ê: Em rê nadin ricimkirin û zimanê mêrserwer

Meclîsên Jinan ên HDK’ê, di şexsê Pervîn Bûldan de bertek nîşan da ku çima jinên siyasetmedar bi zimanê mêrserwer tên ricimandin û got: “Em nahêlin.”

Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarê lînckirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li ser medyaya dîjîtal, daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi Hevserokatî/Hevberdevkiyê ku ji bo hemû jinên cîhanê bûye cihê îlhamê, em ê di warê siyaseta demokratîk de hebin û li têkoşînê dewam bikin. Bersiva herî xweş a li dijî aqilê mêrane yê di hewila belavkirin û parçekirina tecrûba têkoşîna jinan de ye, ew e ku em vîna xwe ya ji bo birêxistinbûn û azadiyê geş û gur bikin. Wek ku tê zanîn, piştî hilbijartinan bi tevî hemû sazî û dezgehên xwe em ketin pêvajoya nirxandin, rexne û rexnedayînê. Em bawer in ku em ê vê bi hemû jidilî, berpirsyarî û bi aşkerehî pêk bînin. Di vê pêvajoyê de em jin, rexneya me ya herî giring û mijara ku divê em bikin rojev, hişmendiya mêrserwer e ku her ku diçe hikum li awa û zimanê me dike, em ji niha ve radigîhin ku em rê nadin vê. 

Bi vê boneyê, bi taybetî di şexsê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan de ku li ser medyaya dîjîtal rû bi rûyê lînckirinê bû, em dixwazin bê zanin ku em ê bi hemû hevrêyên xwe yên jin re bin ku têdikoşin, berpirs in û bedel didin.

Berpirsyariyên têkildarê serdema çûyî, yên me hemûyan in, em tev pê dizanin ku rê û rêbaza herî xurt a derketina ji vê pêvajoyê çi ye. Rêya xebitandina hemû sazûmaniyên me yên rêxistinî, vekirina rê li ber cihên xitimandî û xwe xelaskirina jê, ne ew e ku mirov jinên kedkar ku di her warî de têdikoşin ji xwe re bike armanc û berpirsyariyê bixe stûyê wan, divê ne wisa be û ne hedê tu kesî ye.

Em Meclîsên Jinan ên HDK’ê, em didin zanîn ku em ê tevî hemû astengiyên datînin ber têkoşîna azadiyê ya jinan, rê nedin nêzîkahî û awa û ziman û pratîkên mêrserwer.”