Li Belçîkayê jinên karê înşaetê dikin zêde bûne

Li Belçîkayê, di nava pênc salan de rêjeya jinên karê înşaetê û tesîsatê dikin ji sedî 23,6 zêde bû.

Li gor daneyên Embûîldê ku federasyona înşaetê ye, li Belçîkayê pênc salên dawîn jin di karê înşaetê û tesîsatê de zêde bûne.

Ji sala 2017’an ta bi 2022’yan, rêjeya jinên karmend-peywirdar ji sedî 23,9 zêde bûye, jinên karkir ji sedî 20,8 zêde bûne. Zêdebûn bi tevahî ji sedî 23,6 e.

Bi vê rêjeyê, înşaet dibe sektora duduyan ku jin herî pir tê de dixebitin, lê çandinî hêj ji înşaetê çêtir e.

Ji sedî 36,3 anku ji sisêyan yekê xebatkarên sektora înşaetê û tesîsatê, jin in. Jin ji xeynê karên îdarî, teknîkî û zagonî, di warên bazarkirin û ragihandinê de jî dixebitin.