Li Efganistanê 93 xwendekarên keç û mamosteyên jin bi jehrê ketin

Piştî Îranê vê carê hate hînbûn ku li dibistanên keçan ên li Efganîstanê 93 xwendekarên jin û mamoste bi jehrê ketine.

Li gorî daxuyaniya Serokê Rêveberiya Xwecihî ya Perwerdeya Talîbanê, li 3 dibistanên ku zarokên keç lê dixwînin nêzî 93 xwendekarên jin û mamosteyên jin bi jehrê ketine.

Li gor nûçeya Reutersê Berdevkê Polîsê Saraipolê Den Mohammad Nazarî têkildarê bûyerê ev tişt gotin: "Li navçeya Sançarakê hin kesên nasnameya wan nediyar ketine dibistana keçan û polê jehrî kirine. Dema zarok ketine polan bi jehrê ketine." Nazarî agahî neda ku zarok bi kîjan madeyê jehrî bûne.

Li gorî medyaya Efganîstanê, duh (4’ê Hezîranê) li dibistana seretayî ya Fayizabad a navçeya Kalan a bajarê Sançarak 14 xwendekarên keç bi jehrê ketine.

Li herêma Kebdabê di 2 rojên dawî de li 2 dibistanên keçan 75 xwendekar û 4 mamoste bi jehrê ketine. Xwendekar û mamosteyên bi jehrî bûne rakirin navendên tenduristiyê yên li bajarên Sarpul û Sançarakê.

Li Efganistanê ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de dest daniye ser desthilatdariyê û vir ve, di serî de qada perwerdehî gelek qedexe li jinan hatin sepandin. Li aliyê din li Îranê di Îlona 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî çalakiyên protestoyî destpê kirin û piştî wê bûyera jehrîkirina zarokên keç ketin rojevê. Tê texmînkirin ku ji Mijdara 2022’yan û vir ve li Îranê 13 hezar xwendekar bi jehrê ketine. Herwiha derbarê bûyerên jehrîbûnê û sedemên wan de ti agahî nehatine parvekirin.