TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin

TJA’yê nerazîbûn nîşanî êrîşên ku li ser medyaya dîjîtal li hemberî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan hatî kirin, da û diyar kir ku wê li dijî zimanê mêr têbikoşin.

TJA’yê daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman ku jinên Kurd bi felsefeya “Jin jiyan azadî” têkoşîna xwe didomînin.

TJA’yê bal kişand ku tevgera jinên Kurd bi sîstema “Hevserokatiyê” li qada siyaseta demokratîk ji jinan re rêyek nû vekir û ev tişt got:

“Piştî hilbijartinê em rû bi rûyê êrîşên ku hema bibêje gihiştî asta lînçê, man. Helbet em dizanin ku ev êrîş bi zanebûn hatine organîzekirin û armanca wê çî ye. Divê li ser medyaya dîjîtal ziman û ûslubê tahrîbkirinê nebe. Di serî de hevala me ya têkoşînê Pervîn Bûldan ku di şert û mercên zehmet de di qada siyaset û mafên jinan de meşiya, pêşengî kir û ked da, em destûr nadin ku bi ziman û mejiyê mêr êrîşê jinan were kirin. Em bi biryardarî dibêjin ku em ê weke her car vê carê jî li dijî vê zimanê mêr têbikoşin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîna azadiya jinê bilind bikin.”