Li Swîsreyê bi deh hezaran jin grev kirin

Bi deh hezaran jin li seranserê Swîsreyê jin ji bo rêzdayîn, mûçeya maqûl û emekdariyê xwepêşandan lidarxistin. Bajarê Zurîhê bi rengê xemîr xemilî, jinan ji bo têkîliya bankeya UBS’ê ya bi Erdogan re protesto bikin, makêta Erdogan şewitandin.

Bi deh hezaran jin li seranserê Swîsreyê bi daxwaza wekheviyê xwepêşandan lidarxistin. Jinan bi dirûşme, qirîn û lêdana defan bal kişandin ser wê yekê ku ji mêran ji sedî 18 kêmtir werdigirin û hêrsa xwe ya li dijî tundiya li ser jinê anîn ziman.

BERN

Bi hezaran jin li Bernê ji bo mîtînga dawî ya greva jinan hatin ba hev. Jinên ku li Schutzenmatte ya li nêzî stastona trenê kom bûn, ji bo “wext, rêzdarî, mûçeya maqûl û emekdarî” xwepêşandan kirin.

ZURÎH

Li Zurîhê bi deh hezaran jin xwepêşandan kirin. Jin xwestin dawî li mûçeya kêmane û zîhnîyeta baviksalarî were anîn.

MAKÊTA ERDOGAN Ê DIJMINÊ JIN Û MIROVAHIYÊ HAT ŞEWITANDIN

Kolektîfa Greva Şoreşger a Zurîhê, li ber deriyê Yekîtiya Bankayên Swîsreyê (UBS) makêta Erdogan daleqand. Li aliyê piştê jî pankarta “Erdoganê bikujin” daliqandin. Piştre makêtê xistin selika kirinê û dan ber agir.

Kolektîfa Greva Şoreşger wiha got: “Em li ba jinên ku li Tirkiye, Kurdistan û li herderê li dijî baviksalarî û zexta faşît têdikoşin in. Çalakgeran diyarkirin ku Credît Sûîsse şirîkê kar a Tirkiyeyê ye û bankeya UBS protesto kirin.

VALAIS

Jinên Valaîsê ji ber li tevahiya kantonê tenê navê 2 jinan li kolanan hatine danîn, çalakiya protestoyî kirin û navên kolanan guhertin. Her wiha bi awayek fermî daxwaz kirin ku li bajarê Sîonê ji bo tax, kolan û avahiyên nû navê jinên Valaîsê bên danîn.