Înîsiyatîfa Tolhildana Jinan li Nisêbînê çalakî kir
Înîsiyatîfa Tolhildana Jinan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê agir berda depoyekê.
Înîsiyatîfa Tolhildana Jinan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê agir berda depoyekê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfa Tolhildana Jinan de hate gotin, "Em êdî nikarin xwe li wê yekê rabigirin ku bi polîtîkayên şerê taybet jin û ciwan têne dejenerekirin, bi 'rengê qezayê' zarokên me têne kuştin, dayikên me yên 70-80 salî têne girtin, bêhurmetî li zimanê me yê dayikê tê kirin û nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku depoyek hatiye şewitandin û hate gotin "Her wiha li Nisêbînê hişyarî ji malekê re hate dayin ku ji aliyê me ve hatiye tespîtkirin ku ji bo firotina narkotîkê û fûhûşê tê bikaranîn. Eger piştî vê hişyariyê kiryarên xwe dewam bikin wê bi rengekî cidî bêne cezakirin."