Kongra Star a Herêma Firatê komxebatek li dar xist

Kongra Star a Herêma Firatê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist.

Bi dirûşmeya “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” ji aliyê endamên Kongra Star a Herêma Firatê ve komxebatek hat lidarxistin. Di komxebatê de rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rastiya jinê hat nîqaşkirin.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîna Bekir xêrhatina girseya amade kir û ev tişt got: “Tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de tê meşandin, li dijî tevahî gelê Kurdistan û jinê tê meşandin. Rêber Apo azadiya jinê ji xwe re esas girt. Projeya ku ji bo jinê daye meşandin va ye li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng veda. Bi saya Rêber Apo jin êdî bêyî ku sînoran nas bikin têdikoşin.”

Piştre Mamosteya Zanîngeha Kobanê Narîn Temo axivî û got “Rêber Apo ji destpêkê ve ji bo tevahî gelan radibe, Rêber Apo ji destpêka jiyana xwe ve her digot çima em diçin dibistanê bi zimanê xwe naaxivin û naxwînin. Her kêliyek di jiyana Rêber Apo de bi wate bû û digot, ‘Çima em bi zimanê xwe yê Kurdî naaxivin? Çima netewa me ya Kurd tune ye?’ Rêber Apo bi berxwedaniya xwe bersiva van tiştan da.”

Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Peyman Elûş jî diyar kir ku rabûnaa rêberekî di civakekê de gelek aliyên xwe hene, aliyên wê yên siyasî, leşkerî û xwezayî heye got: “Rabûna Rêber Apo jî ji bo tevahî gelên bindest bû. Bû yekem kesê ku destpêkê her tişt bersivan kir, digot jiyan li Kurdistanê tune ye û her xwestine Kurdan tune bikin. Lê bi rabûna Rêber Apo û têkoşîna jinê, rewş guherand.”

Komxebat bi nîqaşan bidawî bû.