‘Heta tecrîda Îmraliyê bidome, wê destkeftiyên jinan bibin hedef’

Meclîsên Jinan a HDP’ê û Partiya Çepên Kesk wiha got: “Ji bo azadî û wekheviyê em di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ne. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome wê desthilatdarî êrîşî jinan bike.”

Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinê dest bi civînên xwe kirin. Roja duşemê civîna Meclîsa Jinê pêk hat û nexşerêya serdema li pêşiyê hat nirxandin. Piştî civînê Meclîsa Jinê îro encamnameya civîna xwe eşkere kir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ew ê têkoşîn bi biryardarî bidome.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku wê bi biryardariya têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê ya jinê nexşerêya xwe bidomînin û wiha hat gotin: "Me wekî Meclîsa Jinê ya HDP û Partiya Çep a Kesk di 14 û 28'ê Gulanê de pêvajoya hilbijartinê, encamên wê nirxandin. Em li ser cihên em jê kêm mane, pirsgirêk, kêmasiyên me û rêya çareseriyê sekinînin."

Desthilatdariya ku di pêvajoya hilbijartinê de ji paradîgmaya me ya azadiyê jinê tirsiya êrîşên li dijî jinê zêde kir. Destkeftiyên me jî bi tifaqên ava kir, kir mijara bazarê. Di xebatên me yên rêxistinbûyina hilbijartinê de me têkoşîna li dijî tifaqên dijminatiya jinê dikin, ji xwe re wekî berpirsiyariyekê hilbijart. Loma jî di dema hilbijartinê jî tundiya destgîrkirinê û ya bi destên darazê dewam kir.

Di hilbijartin û piştî hilbijartinan de êrîşa li dijî paradîgmaya azadiya jinê di heman demê de jî li dijî fîkriyata têkoşîna me ya jinê ye. Desthilatdariya faşîst dixwaze bi rêya qeyûman û destgîrkirinan têkoşîn û destkeftiyên me yên bi salan biçewisînin. Em hedefa desthilatdariya faşîst dizanin. Ya di hedefê de ye têkoşîna azadiyê ya jinê ye, rêxistinbûyin û piştevaniya jinê ya mezin dibe ye.

Desthilatdariyê bi rêya medyaya dîjîtal di şexsê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan de êrîşî cihgirtina jina ya di qada siyasetê de dike. Elbet em partiyeke wiha ye ku em ji rexne, rexnedayinê re vekirîne. Lê belê me rê neda lîstikên desthilatdariyê yên di bin navê ‘rexneyê’ de. Hemû jin dizanin ku ev êrîşa li dijî paradigmaya me ya azadiya jinê ye. Hûn bi van rêbazana nikarin siyaseta me ya jinê bidin sekinandin û hûn nikarin destkeftiyên têkoşîna me bi paşve bixin.

Li dijî çareserkirina demokratîk a meseleya Kurd polîtikayên xwe dispêrin şer û dijminatiya jinê dikin dikevin meriyetê. Heta li Îmraliyê tecrîda mutlak dewam bike em dizanin ku wê îktidar êrîşa li dijî destkeftiyên jinan dewam bike. Loma li dijî polîtîkayên şer em dibêjin divê tecrîd bi dawî bibe.

Em dizanin ku xeta têkoşîna me û fîkriyata me li girtîgehan di şexsê hevrêyên me yên jin de tê xwestin rehîn bê girtin. Em ê di nava her şert û mercî de têkoşîna ji bo girtiyên siyasî dewam bikin. Em ê piştevaniya jinê mezin bikin.

Em bi keda xwe hatin heta roja îro. Em ê têkoşîna xwe ya dîrokî bi encamên hilbijartinê nepîvin. Me beyannameya xwe ya hilbijartinê jî li gor tecrubeyên têkoşîna jinên Kurd amade kir. Me biryar da ku em têkoşîna tevgerên jinan di nava xebatên xwe de jî bide xuyakirin. Em wekî Meclîsan Jinan ên Partiya Çep a Kesk û HDP'ê bi ber pêvajoyeke xwenûkirinê ve diçin. Em ê kêmasiyên xwe temam bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Em li gor encamên hilbijartinê têkoşîna xwe dipivîn. Em dibînin ku yên ku windakirî jin nîne, tifaqa ku dijminatiya jinan dike winda kir. Em dev jî mafê xwe yên ku hatine xespkirin bernadin. Parlamento dîsa bi serdestiya mêr têşe girt. Lê em jin ji meclîsê zedêtir in. Em temsiliyeta ku li kolanê heyî tînin meclîsê. Em di her qada jiyanê de cih digirin. Di serî de tevgera jinan û hemû hêzên têkoşêr li gorî dema nû xwe amade dikin. Li hemberî polîtîkayên serdest e mêr wê li qada jiyanê, di nava partî û parlamentoyê de xeta têkoşînê mezin û bi hêz bikin. Têkoşîneke jinan heye, piştevaniya jinan heye. Em ê li parlamento û kolanan rê nadin dijminatiya jinan, em jin li vir in.

Em bang li hemû jinan dikin, Em ê bi nasnameya xwe, bi baweriyên xwe, bi zimanê xwe û bi keda xwe piştevaniya xwe mezin bikin. Ji bilî têkoşînê tu rê nîne. Em ê bi mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê parastina xwe bikin. Ligel her cureyên zext û zordariyê jinên ku di vê hilbijartinê de ked dane û bi israr li ber xwe dane spas dikin. Siberoja me di destê me de ye."