Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) ji ber şehadeta Şaristan Asmîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Em di şexsê hevrêya xwe ya hêja û milîtana pêşeng a xeta jiyana azad hevrê Şaristan Asmîn de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Di vê qonaxa dijwar a tekoşînê de em ji ber şehadeta hevrêya xwe Şaristan Asmîn di nav xemgîniyekî mezin de ne. Em weke hevrêyên wê yên têkoşînê soz didin ku em ê heta jiyana azad û şoreşa jinê misoger bibe têkoşîna xwe bidomînin û heqîqeta hevrêtiyê ya Şaristan Asmîn afirandî, bikin pîvana serketinê."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
'PARASTINA DESTKETIYÊN TÊKOŞÎNA JINÊ JI BO WÊ PÎVANEKE SEREKE BÛ'
"Hevrê û şoreşgera bijare ya têkoşîna azadiya jinê, şopdara xeta Gurbeteliyan hevrê Şaristan Asmîn bi keda xwe, bi hezkirin, hêvî, bawerî û girêdaniya xwe ya bi xeta Rêber Apo re kadroyeke pêşeng a xeta azadiya jinê bû. Di pêşxistin û afirandina çanda şoreşgerî ya ragihandina azad a jinê de kedeke bêhempa da. Weke hevrêyên wê em ê tu carî keda ku ji bo ragihandina azad daye ji bîr nekin. Ji bo xwe bikin hêza bingehîn a têkoşînê. Di serî de keda bêhempa a hevrê Şaristan û bi sedan şehîdên çapemeniya azad wê her tim bibe bingeha mezinkirina nirxên şoreşa jinê. Şopdara heqîqetê hevrê Şaristan, li gelek qadên têkoşînê û xebatê ragihandina jinê de kar kir. Bi berpirsyariyeke xwezayî ya şoreşgerî û ji dil timî ji xwe re tevlîbûn kir esas. 24 salên têkoşînê bi tevlîbûneke li ser esasê mezinkirina hevaltiya jinê, pêşxistina jiyana azad û dayîna kedê derbas kir. Bi taybetmendiyên xwe yên erênî cihekî giranbiha û bi wateyan tije li gel hevalên xwe çêkiribû. Ji bo parastina nirxên têkoşînê û jiyana azad li hemberî paşverûtiyan xwedî sekneke têkoşîner bû. Di jiyan û têkoşînê de parastina destketiyên têkoşîna jinê û nirxên wê, wekî pîvanekî sereke dît û ji bo xwe kir sedema mezinkirina têkoşînê."
'JI JIYANA HER GERÎLAYEKÊ SÛD WERGIRT'
RAJIN'ê bi bîr xist ku pêşenga têkoşîna azadiyê Şaristan Asmîn bi salan di xebatê ragihandina jinê de cih girt û got, "Bi tevlîbûna xwe şopên hevrêtiya mezin a Apoyî û nirxên giranbiha ava kir. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê xebatê ragihandina jinê bi kedeke bêhempa meşand. Bi hêza xwe, bi ezmûn û ruhê têkoşîner xebat meşand û bi pêş xist. Ev keda mezin a bêhempa hêz, moral û kelecan di kar de da pêşxistin. Di heman demê de hevrê Şaristan ji bo hevrêyên xwe, weke pêşengeke mînak û fêrkereke ji dil bû di nav têkoşînê de. Di nav şert û mercên zor ên jiyana gerîlatiyê de, bêyî ku tu astengiyan nas bike, karê ragihandina jinê meşand. Li ser şopa Gurbeteliyan, Arjîn û Hîndîstanan meşiya û ked da. Hem weke gerîlayeke jin û pêşeng a têkoşînê, hem weke rojnamevaneke jinên çiyayî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê çiya bi çiya geriya. Ji jiyan û tekoşîna bi hezaran gerîla re şahidî kir. Hevrê Şaristan, jiyana her gerîlayeke jin ji bo xwe kir îlhama têkoşînê. Şopdara heqîqetê û evîndara jiyana çiya rêheval Şaristan wê timî weke hezkiriya jinên çiyayî û dildara jiyana gerîla di tekoşîna azadiyê û ragihandina azad a jinê de werê bibîranîn û di bîr û baweriya hevrêyên xwe de bê jiyîn."
'BÛ MÎNAKA DILSOZIYA BI KED Û TÊKOŞÎNÊ RE'
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrê Şaristan tevî ku li hemberî nexweşiyê têkoşîneke mezin dida û tedawiya xwe didît jî lê tu carî rewşa tendirûstiyê ji bo xwe nekir asteng û heta dawî beşdarî kar bû. Ev tevlîbûn ji bo me mînaka dilsoziya bi kedê û têkoşînê re ye. Bi berpirsyarî û ruhê pêşengiyê her tim tevlîbûna pêvajoyê ji bo xwe kir pîvana sereke. Li ser vî bingehî em ê bibin şopdara tevlîbûn û hevrêtiya lêgerînera heqîqetê ya hevrê Şaristan Asmîn. Em hevalên wê yên têkoşînê careke din em di şexsê hevrê Şaristan Asmîn de ji tevahî şehîdên azadiyê re soz didin ku em ê tekoşîna wan a azadiyê bidomînin û xwedî li nirxên ava kiriye derbikevin.”