Li Elmanyayê ji sêyan yekê mêran şîdeta li ser jinê qebûl dikin

Li gorî lêkolîneke ku li Elmanyayê hatî kirin, ji sêyan yekê mêr şîdeta li ser jinê qebûl dikin. Aktîvîstên mafên mirovan ji ber vê yekê matmayî bûne.

Ji aliyê Plan Înternatîoanal Germany ve ku saziya alîkariya ji bo zarokan e lêkolînek hat destpêkirin. Di navbera 9-21’ê Adarê de weke onlîne lêkolîn hat kirin. Hezar jin û hezar mêrên ku di temenê 18-35 de, tevlî lêkolînê bûn.

Anketa koma çapemeniyê fûnke wê roja Duşemê agahiyên berfireh biweşîne. Lê li gorî agahiyên li ser medyayê, ji sedî 33’ê mêrên ku tevlî anketê bûne gotin ku car bi car fikra şîdeta li ser jinê qebûl dikin. Ji sedî 34’ê mêrên ku tevlî anketê bûne, li xwe mikur hatin ku berê şîdet li dijî jinê pêk anîne.

Ji Federal Forûm Menê Karsten Kassner ku ji bo wekheviya zayendî kampanya dimeşîne, diyar kir ku encam ew matmayî kirine.

Li gorî daneyên Polîsên Federal ên Elman di sala 2021’an de zêdeyî 115 hezar jin di nava malbatê de bûne mexdûrê şîdetê.

Sala borî Wezîrê Edaletê Marco Bûnschmann got ku divê şîdeta li dijî jinê, bi cidiyetek pêwîst were cezakirin.