NY: Pêşdarazên zayendperest ên civakî berdewam in

Bernameya Bipêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku tevî kampanyayên kûreyî û xwecihî ku ji bo mafên jinan tên kirin, pêşdaraz berdewam in.

Bernameya Bipêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNDP), diyar kir ku tevî kampanyayên ji bo mafên jinan ên mîna MeToo’yê, deh sal in ku tu bipêşveçûn di kêmkirina pêşdarazên zayendperest ên civakî de nîn e.

Li gor ÛNDP’yê, hem di nava jinan de hem jî di nava mêran de, normên civakî yên ji ber pêşdaraza zayendiya civakî li seranserê cîhanê berbelav e: hema bibêje ji sedî 90’ê nifûsê qet nebe pêşdarazek xwe heye.’’

ÛNDP’yê, daneyên Lêkolîna Nirxên Dinyayî ku projeyeke navneteweyî ya têkildarê bipêşveçûna nirx û baweriyan a cîhanî ye, bi kar anîn.

Li gor daneyan, tevî kampanyayên ji bo mafên jinan ên wek MeTooyê, tu bipêşveçûn di kêmbûna pêşdarazên li dijî jinan de nîn e.

Bi pêşdarazan rê li ber jinan tê girtin û mafên wan binpê dibin. Li gor raporê mirov bi normên zayendperest ên civakî re şer neke, mirov wê nekare wekheviya civakî pêk bîne û xwe bigihîne Hedefên Bipêşveçûna Bi Berdewamî.

Dîrektorê Ofîsa Rapora Bipêşveçûna Mirovî ya ÛNDP’yê Pedro Conceîção, daxuyanî da çapemeniyê, got: ‘’Bi normên civakî ku mafên jinan sînordar dibin, di heman demê de zirarê digihîje tevahiya civakê û rê li ber bipêşveçûna mirovî tê girtin.’’