Salmaner: Li dijî êrîşan bi têkoşînê em ê bersivê bidin
Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Zeynep Nîlgun Salmaner, diyar kir ku êrîşên li dijî jinan wê bidomin û got ku ew ê li dijî êrîşan bi têkoşînê re bersivê bidin.
Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Zeynep Nîlgun Salmaner, diyar kir ku êrîşên li dijî jinan wê bidomin û got ku ew ê li dijî êrîşan bi têkoşînê re bersivê bidin.
Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Zeynep Niîgun Salmaner, diyar kir ku ew ji bo azadî û wekheviyê di pêvajoya ji nû ve avakirinê de ne û destnîşan kir ku ew ê dest ji mafên ku bi têkoşînê bi dest xistine bernedin.
Ji Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeynep Nîlgun Salmaner ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku, populîzma rastgir a ku li cîhanê serweriya mêr diparêze, bi hemû derfetên xwe li dijî zayenda civakî şer daye destpêkirin. Salmaner wiha got: “Îro li Îtalyayê eger ‘Xweda, welat, malbat’ ku bingeha serdema Mûsolînî ya faşîst ava kiriye, bersivekê dibîne; eger yek ji kiryarên pêşî yên koalîsyona muhafezekar a ku li Swêdê hat ser desthilatdariyê astengkirina siyaseta derve ya femînîst be; ger di rejîmên totalîter ên weke Tirkiye, Macarîstan û Polonyayê de îmzeyên Peymana Stenbolê bên paşxistin, eger hewl tê dayîn mafê kurtajê ji destê jinan bê standin; mirov dikare bibêje ku ev ne tesaduf e. Di hilbijartinên meha Gulanê de me hemûyan bi hev re tecrûbe kir ku çawa li ser mafên jiyanê yên jinan bazirganî hatin kirin. Gotinên zihniyeta hevpar a mêtînger ên weke 'em ê jinan xwedî bikin' an jî 'ayeta 6284' ji van pêvajoyan bêpar nînin."
Salmaner da xuyakirin ku tifaqa mêtînger a ji aliyê AKP'ê ve hatiye avakirin, wê li dijî têkoşîna jinan a ku qadan terk nakin, polîtîkayên xwe yên tundiyê kûrtir bike.
TÊKOŞÎNA JI BO BO MAF Û AZADIYÊ
Salmaner da zanîn ku, ew jinên HDP’yî û Partiya Çepên Kesk ji bo azadî û wekheviyê ketine pêvajoyeke jinûveavakirinê û wiha got: “Ez dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku em ê dest ji mafên xwe yên ku me bi berdêlên giran a têkoşînê bi dest xistine, bernedin. Em dizanin ku polîtîkayên şer tundî û êrîşên li ser jinan çawa dimeşînin, polîtîkayên şerê taybet li ser jinan çawa tên meşandin, em dijîn. Ji ber vê yekê rêya avakirina jiyana nû ya azad û parastina aştiyê ya li hemberî tifaqên mêtînger, bi hemû cudahiyên xwe birêxistinkirina têkoşîneke hevpar e. Berxwedana ku me li hundir û derve kiriye yek, heta azadiya jin û gelan pêk were wê bidome.”