Sercerdevan hewl da jinekê bikuje
Sercerdevan Selahattîn Umay hewl da jina ku pê re zewicî bû bikuje. Zarokê 13 salî ji bo diya xwe biparêze Umay birîndar kir.
Sercerdevan Selahattîn Umay hewl da jina ku pê re zewicî bû bikuje. Zarokê 13 salî ji bo diya xwe biparêze Umay birîndar kir.
Kayayê gundê Heydera Jorîn a bi ser navçeya Gêlê ya Amedê ve û sercerdevan Selahattîn Umay hewl da jina ku pê re zewicî bû E.U. bikuje Bûyer duh êvarê qewimî. Hat diyarkirin ku sercerdevan bi awayek sîstematîk tundiyê li E.U. dikir û duh bi amûrek birînê êrîş kiriye.
Zarokê/a 13 salî ji bo dayika xwe biparêzer bi çekê gule berda bavê xwe û ew birîndar kir. Sercerdevanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê û E.U., jî ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê.
Leşker çûn gund û M.U. ku 13 salî ye destgîrkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Ji duh êvarê gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.