Meclîsa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk kom bûn

Meclîsa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo ku encamên hilbijartinê û xeta têkoşîna polîtîk a serdema bê diyar bikin kom bûn.

Meclîsên Jinan ên HDP û Partiya Çepên Kesk li Navenda Giştî ya HDP'ê li hev civiyan. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di destpêkê de axivî û kesên di 5'ê Hezîrana 2015'an de hatibûn qetilkirin bi bîr anî.

Kiliçgun Uçar got, “Ez destpêkê 5 hevalên me yên ku di 5’ê Hezîrana 2015’an de di êrîşa li Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr tînim Di êrîşê de nêzî 400 hevalên me birîndar bûn. Me li dijî vê yekê li ber xwe da û em ê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk axaftina xwe wisa domand “Me du hilbijartinên krîtîk li pey xwe hişt. Têkoşîna ku ji aliyê tevgera jinên Kurd û Tirk ve tê meşandin, weke duh, di dema hilbijartinê û piştî hilbijartinê de îro jî rêberiya me dike. Me di daxuyanî, axaftin û têkoşîna xwe de armanc kir ku têkoşîna jinê berfireh bikin û di xebatên xwe yên pêşerojê de jî wê bi vî rengî berdewam bikin. Di encama hilbijartinê de, bi têkoşîna Partiya Çepên Kesk û HDP'ê re me 29 parlamenterên jin  şand meclîsê û mafê temsîliyeta wekhev û nûnertiya herî xurt a jinê bi dest xist. Wekîlên me yên jin ên beriya me xebitîn, di têkoşîna jinê de hem kolan û hem jî meclîs bi awayekî herî xurt bi kar anîn. Soza me ya di serdema nû de ev e ku; em ê jî him parlementoyê û him jî kolanan bi awayekî herî xurt biparêzin. Têkoşîna jinan xwedî rêyeke pir dirêj e. Li hemberî hemû êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê û şîdeta dewleta mêr heye, li hemberî van êrîşan wê têkoşîna me bidome. Hemû hevalên me yên li vir rastî dînamîkên herî xurt ên vê têkoşînê ne.

Em ji encamên hilbijartinê re nabêjin têkçûn, ji ber ku serkeftina têkoşîna jinê ne serkeftineke ku bi hilbijartinan were pîvandin. Em duh li ku bûn em îro jî li vir in û em dizanin ku divê têkoşîna were xurtkirin û mezinkirin. Dîsa ji bo hemû hevalên xwe yên jin ên ku di vê têkoşînê de keda xwe dane, ji bo keda me her yek ji me serketinê dixwazim. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Kolan jî yên me ne, têkoşîn jî yên me ne.”