'Jin bi fikrê Rêber Apo bûye pêşeng'
Ji rêveberiya Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir diyar kir ku jinên di nava civakê de biçûk dihatin dîtin, bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî bûne pêşeng.
Ji rêveberiya Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir diyar kir ku jinên di nava civakê de biçûk dihatin dîtin, bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî bûne pêşeng.
Jin di dîroka xwe de her tim rastî êrîşên kole û koledariyê hatiye. Lewma di hemû civakan de jin êdî roja xwe nema, tenê bû kole û di bin desthilatdariya mêr de xwe bi rê ve dibe. Lê piştî derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di sala 1987’an de Rêxistina destpêkê ya jinê Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê hat avakirin, êdî jin hêza xwe hesiya.
Dawiya sala 1993’an artêşa jin hat avakirin, di heman salê de jî çalakiya yekemîn li çiyayê Cûdî bi pêşengiya jinê hat destpêkirin. Ev destkeftiyên ku jinê bi dest xist û di her warî de xwe îsbat kir, bi saya fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Canciz e ku êdî zîncîra koletiyê ya li ser jinan şikandin û jiyaneke nû ji bo jinê dan avakirin.
Yek ji berxwedêrên ku li hemberî desthilatdariyê serî hilda, Sema Yoca ye ku li girtîgeha Çankalayê agir bi bedena xwe xist û piştî 57 rojan di 17’ Hezîrana sala 1998’an de şehîd bû. Rêber Apo dibêje, “Sema fermandar e û ez jî şervanekî di bin fermandariya wê de me.”
Piştî ku Şoreş 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinê destpê kir, bi xwe re dawiya desthilatdariyê jî anîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, “Jina Azad Civaka Azad e” ji bo wê û bi vî ruhî jinê di Şoreşa Rojava de xwe îsbat kir.
Di derbarê pêşketina jinê ya di her warî de Rêveberiya Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir ji ANF’ê re axivî.
Zozan diyar kir ku jinê di civakê de edalet, wekhevî û xwezayîbûn her tim daye avakirin û wiha got: “Dema mirov dibêje civaka xwezayî, têde ti cih ji desthilatdariyê re tune ye. Ya ku ev civak komî ser hev dikirin û bi rê ve dibirin dayik bûn. Lê hêdî hêdî ev tarz ji jinê hatin qutkirin û jin bi paçê reş hatin nixûmandin. Sîstemên desthilatdar xwestin di şexsê jinê de civakê kole bikin. Di hundirê dîrokê de û heta roja me ya îro, jinê karîbû xwe li ser lingê xwe bigirta û ew ruhê berxwedanê ya ji civaka xwezayî hişt ku ew ruhê berxwedanê di hundirê jinê de nemire. Her tim jin di nava serhildanan de bû. Dema mirov vegere dîrokê, mirov dibîne ku, bi sedan jin di komkujiyan re derbas bû, ji bo çi? Ji ber ku jinên bi nav û deng bûn, lê netehemûliya zihniyeta mêr a li hemberî jinê hişt ku êrîşî şexsê jin bikin.”
‘JINAN ÊDÎ RÊYA TÊKOŞÎNÊ PEJIRANDIN’
Zozan Bekir anî ziman ku jinê êdî qalibê koletiyê şikand û dest bi têkoşînê kir û ev tişt got: “Kesên mîna Hîpatiya xwestin ku bi têkoşîna xwe, jinê azad bikin. Hîpatiya xwest vî tiştî diyar bike ku jin jî dikare bibe her tişt. Lê dîsa jî fikra mêr a desthilatdar sînor dan pêşiya wê û nehiştin ji derveyî qalib têkoşînê bike. Di dîroka Kurdistanê de jî gelek jinên berxwedêr derketin pêş, Sakîne Cansiz, Arîn û Rêvanan, ev keseyetên ku li hemberî zihniyeta reş berxwedanî û têkoşîn kirin û ji bo doza jin xwe feda kirin. Di sedsala 21’emîn de, jinê êdî mohra xwe li dîrokê da, bi têkoşîn û berxwedaniya xwe di jiyana jinê de nûbûnek dan avakirin.”
‘BI FIKRÊ RÊBERÊ GELÊ KURD JINÊ XWE ÎSPAT KIR’
Zozan diyar kir ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî jinê xwe di her warî de îspat kiriye û wiha got: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî mînaka vê yekê ye. Jinê êdî rola xwe lîst û bû pîşeng. Jinê li hemberî xetertirîn hêzê, berxwedan raber kir û cihê xwe di warê leşkerî, siyasî û dîplomasî de jî girt. Ew civaka ku digotin jin nikare tiştekî bike û bê hêz e, lê jinê ev tişt berovajî kir û li hemberî teknîka herî xurt a desthilatdariyê berxwedanî kir. Di sedsala dawî de jî sîstemên desthilatdar dixwazin civakê û jinê kole bikin û wan bêhêz bihêlin.”
Rêveberiya Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk ji jinê ditirse û got: “Ji ber ku jinê bi fikir û felsefeya Rêber Apo çavên xwe ronî kiriye, ji bo wê dixazin di şexsê Rêber Apo de, êrîşê jinê bikin. Di dîrokê de cara yekemîne ku rêberek ji bo jinê têkoşîn dike û çavê jinê ronî dike, jina koledar bihêz dike û dike pêşeng. Divê em jin dengê xwe her tim bilind bikin û li hemberî dagirkeriyê xwedî bertek bin. Jin jiyan Azadî êdî li cîhanê bûye dirûşmeya tevahî jinan. Lewma divê em jin li dijî fikra desthilatdar berxwedaniyê bikin. Vaye li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinê şoreş hatiye kirin, vaye dengê jinê bilintir bûye, êdî gihiştiye wê astê ku her li hemberî dagirkeriyê xwedî hewlest û bertek bin.”