JIN
Hemû Nûçe
-
‘Jin wê li dijî şer û tecrîdê yekîtiya têkoşînê ya herî mezin ava bikin’
Encamnameya Konferansa Jinê ya Partiya Çepên Kesk hat eşkerekirin. Di encamcameyê de wiha hate gotin: “Em jin wê li dijî tecrîd û şer yekîtiya têkoşînê ya herî berfireh ava bikin." -
Bûrcûgul Çûbûk: Em ê rêxistinbûna jinê xurt bikin
Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk nîqaşên di Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk de nirxand û got: “Weke partî em ê rêxistinbûna jinê xurt bikin.” -
Konferansa Jinê ya Partiya Çepên Kesk destpê kir
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, "Li dijî êrîşên piralî yên desthilatdariya faşîst, berpirsyariya me hemûyan e ku berxwedaneke piralî biafirînin. Sedema hilweşîna aboriyê tecrîd û şer e." -
Neteweyên Yekbûyî: Dinya piştgiriyê nade jin û zarokên keç
Neteweyên Yekbûyî derbarê newekheviyên di civakê de raporek amade kir û diyar kir ku dinya piştgiriyê nade jin û zarokên keç. -
Ayten Dersim: Artêşbûna jinê gaveke dîrokî bû
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim di salvegera artêşbûna jinê de axivî û got, "Jinan heta wê demê baweriya xwe bi mêran dianîn. Ji wan hebû ku şoreş a mêran e. Lê belê Rêbertî ev mejî guhert. Artêşbûna jinê gaveke dîrokî ye." -
KJAR: Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' nexşerêya azadiyê ye
KJAR’ê bi nêzbûna salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya bi destê dewleta Îranê û pêşwaziya şoreşa jinê, daxuyaniyek nivîskî da û bang li herkesî kir di 16 Îlonê de li qadan bin. -
TJK-E'yê li dijî tecrîd û qirkirinê banga tevlîbûna li festîvalê kir
TJK-E'yê li dijî tecrîd û qirkirinê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir. -
Meha Tebaxê 28 jin hatin kuştin, 21 jin bi gumanbarî mirin
Li gorî JINNEWS'ê, meha Tebaxê 28 jin û 2 zarok hatin kuştin. 21 jin û 2 zarok jî bi gumanbarî mirin. -
Tuncel: Em ê ji bo girtiyên nexweş 3 roj di çalakiyê de bin
Siyasetmedar Sebahat Tuncel ragihand ku girtiyên siyasî yên Kurd ji bo girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin, 3 rojan çalakiya xwarin wernegirtinê li dar bixin. -
Mêran di meha Tebaxê de 29 jin qetil kirin
KCDP’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. -
Li Îranê cezayê girtîgehê li rojnamevan Elnaz û Negîn hat birîn
Li Îranê 3 sal ceza li rojnamevan Elnaz Mohammadî û Negîn Bagherî hat birîn. Derketina ji derve jî di nav de, 5 sal qedexeya faeliyetan dan her du rojnamevanan. -
Hejmara Îlonê ya Newaya Jin hate weşandin
Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara xwe ya 222'an bi manşeta 'Tevnên konfederalîzma jinê têne danîn' weşand. -
Li Îranê rojnamevan Maroofîan di salekê de çar caran hate girtin
Rojnamevan Nazîla Maroofîan a ku di Îlona 2022’an de ji ber ku bi navê Jîna Amînî re roportaj kiribû hatibû girtin, ji ber ku li dijî serînixumandinê derket, cara çaran hate girtin. -
Ji Tevna Parastina Jinê Denîz Onen hate destgîrkirin
Endama Tevna Parastina Jinê Denîz Onen li Bûrsayê li mala xwe hate destgîrkirin. -
Li Amedê jin hatin ba hev: Em ê tecrîda Îmralî bişkînin!
Rêxistina HDP'ê û Partiya Çepên Kesk a Amedê peyama berfirehkirina rêxistinbûyînê dan û gotin, "Em ê tecrîda li Îmraliyê bişkînin. Heta ku tecrîd neyê şikandin tundî û qetlîamên li ser jinan û îstîsmara kedê bi dawî nabe." -
'Hewl didin ku sûcên li dijî jinan asayî û ji rêzê bikin'
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Bêrîtan Guneş nerazîbûn nîşan da ku li meclîsê pêşî li kesên sûc li jin û zarokan kirine tê vekirin. Guneş got, hewl didin ku sûcên li dijî jinan asayî bikin. -
Talîbanê li Bamyanê ketina jinan a li parkê qedexe kir
Talîbana ku li Efganîstanê desthilatdariyê bi dest xist, li parêzgeha Bamyanê ketina jinan li parkê qedexe kir. -
Di meha Tebaxê de li Îranê 25 jin hatin qetilkirin
Li Îranê di meha Tebaxê de herî kêm 25 jin hatin qetilkirin an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. -
Jinên Ereb yên Şengalê 100 name ji bo Rêberê Gelê Kurd nivîsandin
Jinên Ereb yên Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 100 name nivîsandin. -
Li Mêrdînê jinekê bedana xwe da ber agir
Li navçeya Qoserê jina bi navê Sûriye Akturk li ser banê xaniyê xwe agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da. -
Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir
Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a 2'yemîn bi beşdariya 500 delegeyan destpê kir. -
KJK'ê bang kir: Bi têkoşîneke radîkal li ber faşîzmê rabibin
Koordînasyona KJK'ê bal bir ser êrîşên zêde yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, bang li hemû hêzên jinan, pêkhateyên wan û tevahiya gel kir ku ji bo li her qadê rê li ber vê êrîşa faşîst bê girtin, têkoşîneke radîkal a aktîf geş bikin. -
YRJ'ê nerazîbûn nîşanî komkujiya dewleta Tirk da
Yekîtiya Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qetilkirina xebatkarên JIN TV ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Em ê sûcên dewleta Tirk her teşhîr bikin." -
Destavêtina bi destê cerdevanan polîtîkaya şer e
Li Wanê destavêtin û destdirêjiya ku cerdevan li jinan dikin, bêceza têne hiştin. Di 6 bûyerên destavêtinê de tenê cerdevanek hate cezakirin, cerdevanên mayî jî piştî ku demeke kurt girtî man, hatin berdan. -
‘Nameyên ku me şandin baro û komeleyan, hatin desteserkirin’
Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ragihand ku nameyên ku wan şandin komele û baroyan hatin desteserkirin û bang li raya giştî kir.