Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir
Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a 2'yemîn bi beşdariya 500 delegeyan destpê kir.
Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a 2'yemîn bi beşdariya 500 delegeyan destpê kir.
Konferans bi dirûşma “Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê asta têkoşîna jinan bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê tê lidarxistin.
Ji seranserê navçe, bajarok, bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 500 delege beşdar bûne.
Her wiha nûnerên rêxistinên jinan, saziyên jinan ên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cil û bergên neteweyî wek mêvan beşdarî konferansê bûne.
Li gorî komîteya amadekar a konferansê, wê rapora 2 salên dawî yên xebatên Meclisa Jinan bê xwendin, rêziknameya meclisê di ber çavan re bê derbaskirin û ji nû ve bê erêkirin.
Her wiha wê endamên meclisê bêne hilbijartin.