Meha Tebaxê 28 jin hatin kuştin, 21 jin bi gumanbarî mirin
Li gorî JINNEWS'ê, meha Tebaxê 28 jin û 2 zarok hatin kuştin. 21 jin û 2 zarok jî bi gumanbarî mirin.
Li gorî JINNEWS'ê, meha Tebaxê 28 jin û 2 zarok hatin kuştin. 21 jin û 2 zarok jî bi gumanbarî mirin.
Li gorî daneyên ku ajansa JINNEWS'ê kom kirin, di meha Tebaxê de 28 jin û 2 zarok hatine qetilkirin, 21 jin û du zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane û 4 jin jî bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev.
17 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 4 heb ji aliyê hevalên xwe yên mêr, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikirin û 3 heb jî ji aliyê mêrên ku di asta destberdanê de bûn hatin qetilkirin. Jinek ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hat qetikirin. Gumanbarê jinekê jî nehat zanîn ku naskirina wî heye an na.
Li Stenbolê 6, li Orduyê 1, li Enqereyê 2, li Denîzliyê 2, li Bursayê 2, li Antalyayê 2, li Edenê 3. Li Konyayê 2, li Nevşehîrê 1, li Nîgdeyê 1, li Balikesîrê 1, li Hatayê 1, li Rihayê 1, li Semsûrê 1, li Kocaeliyê 1, li Gîresunê 1 û li Tekîrdagê jî jinek hat qetilkirin.