TJK-E'yê li dijî tecrîd û qirkirinê banga tevlîbûna li festîvalê kir

TJK-E'yê li dijî tecrîd û qirkirinê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û got, "Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku îsal cara 31'ê tê lidarxistin, diyarî hevalên me Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hate kirin ku li Parîsê hatin qetilkirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Li dijî dewleta Tirk û alîgirên wê, her wiha hêzên hegemonîk ku hewl didin bi tecrîd û îzolasyonê Rêber Apo ji gel qut bikin, gelê Kurd wê wê rojê careke din li qadan nîşan bide ku bi Rêberê xwe re ye û jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nake. Di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de li dijî qirkirina dîrokî, çandî û fîzîkî wê çand û nirxên neteweyî yên bi berdêlên giran û fedakariyên mezin hatine afirandin, bi coşa bi deh hezaran kesî li qadan bêne nîşandan.

Ji hemû welat û bajarên Ewropayê jin, ciwan, Kurdistanî û dostên xwe wê di vê şahiya çandî de li hev kom bibin û refleksa xwe ya siyasî û neteweyî nîşan bidin.

Mîna her salê îsal jî li gel naveroka dewlemend wê ji bilî şahiya ji muzîkê û qisekeran, her wiha standên ji keda hevalên me yên jin, ji xwarina Kurdistanê û nîşaneyên herêmî û dîtbarî yên nasnameya me ya neteweyî bêne nîşandan.

Bi navê TJK-E'yê em bang li hevalên xwe dikin ku di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de ku wê 9'ê Îlonê li Frankfûrtê pêk were bi berpirsyariyeke cidî rabin, bang li dostên xwe, saziyên demokratîk û gelê xwe dikin ku bi rengê xwe tevlî festîvalê bibin."