Konferansa Jinê ya Partiya Çepên Kesk bi dirûşma "Bi serhildan û rêxistinê em azadiyê diparêzin" destpê kir.
Konferans li Navenda Çand û Perwerdeyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê bi beşdariya 400 delegeyên jin ji Tirkiye û Kurdistanê pêk tê. Li salona konferansê wêneyê Denîz Poyraz hate daliqandin û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna jinên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de şehîd bûn, dîwan hate hilbijartin. Endama dîwanê Tulay Hatîmogûllari piştre axivî û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna jinê bilind bikin.
'BERPIRSYARIYA ME HEMÛYAN E KU EM BERXWEDANÊ BI RÊXISTIN BIKIN'
Hevberdekva Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi bîranîna jin ên şehîd û silavkirina berxwedana Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û Emîne Şenyaşar dest bi axaftina xwe kir.
Kiliçgun anî ziman ku desthilatdariya faşîst a ku dijminê jinan, Kurdan, karker, kedkar û xwezayê ye bi rengekî piralî êrîşan dike û got, "Berpirsyariya me hemûyan e ku li hemberî van êrîşan, berxwedaneke piralî bê birêxistinkirin."
'HILWEŞÎNA ABORIYÊ JI BER TECRÎD Û ŞER E'
Kiliçgun ragihand ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku hewl dide bi polîtîkayên şer, tundî û tecrîdê rejîma yek şexsî ava bike, welat ber bi krîzeke giran a aboriyê ve biriye û got, "Em ê bi biryardarî diyar bikin ku di bingeha vê krîza aboriyê, xizanî û bêkariyê de polîtîkayên şer û tecrîdê hene. Ev yek encama şerê li dijî gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd e. Encamek ji tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û bê çareseriya ku li ser gelê Kurd tê ferzkirin e. Encamek ji budçeya ji bo talan, rant, şer û dijminatiya li jin, ciwan, karker, kedkar, jin û Kurdan e.
Heta ku dawî li polîtîkayên şer neyê anîn, heta ku dawî li tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê anîn, heta ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk neyê, dawî li xizanî, bêkarî û kuştina jinê nayê. Bi vê têgihiştinê em ê li dijî siyaseta şer, di her kêliyê de balê bikişînin ser aştiya bi rûmet."
Kiliçgun destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de, ji bo aştiyeke bi rûmet, aştiyeke rasteqîn tenê Ocalan xwedî pêşniyareke çareseriyê ye û got, "Gotina wî bi xwe ye, dibêje 'derfetê bidin min, ez ê di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim'. Deklarasyona ku Birêz Ocalan sala 2013'an eşkere kir wê di bîra me de be. Em ê ti carî dest ji têkoşîna vê yekê bernedin."
Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak jî peyam ji konferansê re şandin.
Peyam bi vî rengî ye:
"Merheba ji we re jinên hêja û rêhevalên qedirbilind. Baweriya me tam e ku dê bibin berhema keda konferansên me yên ku rawestgeheke xebateke zêde û hevdîtinên bi gel re ye. Divê em tu caran ji bîr nekin û nedin jibîrkirin ku îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinên me yên kolektîf in. Em ê hêj bêhtir pêş bikevin. Weke rêhevalên we yên jin ên li zindanan, di her rewş û zehmetiyan de em bi we re ne. Ka em li paş xwe binêrin bê ka me heta niha çi bi dest xistine û em bibînin bê ka em ji ku bi serbilindî heta roja îro hatine... Bi hêza jinê ya kesek nikare pêşî lê bigire, bi zanebûniya zayendê û îradeya wê, bi şoreş û ruhê jinê re em ê vê qonaxê jî derbas bikin. Em silavên xwe yên germ ên rêhevaltiyê ji we re dişînin. Bi hezkirin, hêvî û bi berxwedanê re bimînin."