Bûrcûgul Çûbûk: Em ê rêxistinbûna jinê xurt bikin
Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk nîqaşên di Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk de nirxand û got: “Weke partî em ê rêxistinbûna jinê xurt bikin.”
Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk nîqaşên di Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk de nirxand û got: “Weke partî em ê rêxistinbûna jinê xurt bikin.”
Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk têkildarî Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk axivî. Bûrcûgul Çûbûk anî ziman ku jin bi taybetî ji bilindbûna desthilatdariya mêr a di nava rêxistinê de nerehet in. Bûrcûgul îşaret pê kir ku ew rû bi rûyê pirsgirêkan e ku xebatên li herêmî tên meşandin, hewl tê dayîn ku ji aliyê mêran ve were birêvebirin û hewl tê dayîn ku qad bi mêran tejî bibe. Çûbûk diyar kir ku lewma zehmet dibe ku jin bi zanebûna jinê û bi zanebûna femînîzmê di nava partiyê de bimînin û wiha got: “Di vê nuqteyê de em armanc dikin rêxistinbûna xwe xurt bikin. Ji xwe mirov dikare vê yekê ji tevlîbûna konferansê bibîne. Gelek jin dixwazin mafê axaftinê bistînin, dixwazin gotina xwe bêjin û nîqaş bikin. Ev rewş ji ya salên borî, gelek cudatir e. Nîşa dide ku jin rewşa xwe nîqaş dike.”
‘BI TAYBETÎ FAŞÎZM BERÊ XWE DIDE JINAN’
Bûrcûgul Çûbûk diyar kir ku bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst re li Tirkiye û Kurdistaê pirsgirêkên jinan gihiştiye astên gelek cidî û got: “Faşîzm bi rengekî hîn xurttir û bi taybetî berê xwe hîn zêdetir daye jinan.”
‘EM Ê RÊXISTINBÛNA XWE XURT BIKIN’
Bûrcûgul Çûbûk ragihand ku di konferansê de mijarên mîna nafaqa, pêngavên ku ji bo jinên astengdar bên avêtin, êşkenceya li hemberî jinan, tecrîd û êrîşên li dijî jinên girtî tên nirxandin û wiha got: “Di rastiyê de çend tişt hene ku me daniye pêşiya xwe. Di nava partiyê de em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin û rêxistinbûna jinê berfireh bikin; dema ku me xurt kir wê jin hîn zêdetir tevlî xebatên jinan û partiyê bibin û divê mekanîzma bên afirandin ku jinên astengdar jî tevlî bibin.”
Bûrcûgul Çûbûk bal kişand ser pirsgirêkên ku karkerên jin li Tirkiye û Kurdistanê pê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Sibe wê konferansek me hebe ku dê 2 rojan dewam bike. Tiştên ku me ji vir derxistine, em ê bibin wir jî. Armanca me ya ji vir û şûn de ew e ku em rêxistinbûna xwe xurttir bikin.”