Mêran di meha Tebaxê de 29 jin qetil kirin
KCDP’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.
KCDP’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Tebaxê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Tebaxê de 21 jê bi guman 29 jin hatine qetilkirin. Li gorî raporê 8 jin ji ber daxwaza destberdanê, nexwestina lihevhatinê, nexwestina zewacê, nexwestina têkiliyê hatine qetilkirin û yek ji ber pevçûna ji ber kumandayê, yek jî bi hinceta nefrete hatiye qetikirin.
Di meha Tebaxê de 17 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hatin qetikirin. 4 jin ji aliyê mêrên pê re bûm, 3 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 jin ji aliyê mêrên nas dikirin, yek ji aliyê mêrê ku berê nas dikir ve hatiye qetikirin.