KJAR: Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' nexşerêya azadiyê ye
KJAR’ê bi nêzbûna salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya bi destê dewleta Îranê û pêşwaziya şoreşa jinê, daxuyaniyek nivîskî da û bang li herkesî kir di 16 Îlonê de li qadan bin.
KJAR’ê bi nêzbûna salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya bi destê dewleta Îranê û pêşwaziya şoreşa jinê, daxuyaniyek nivîskî da û bang li herkesî kir di 16 Îlonê de li qadan bin.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê 1.salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî ku hemdem bi şehadeta jina Kurd Jîna Emînî ve destpêkiriye, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya KJAR’ê wiha didome:
"Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê projeya çareseriya gelan û jinan li Îranê ye. Modela neteweya demokratîk, yek ji modela herî guncaw e ji bo şoreşa dîrokî ya 16 Îlonê. Israr û daxwaza tevgera şoreşgerî ya jinan weke faktora herî bingehîn di belavbûna serhildanên ber bi şoreşê ve carekedin bi eşkereyî hat dîtin. Jin daketin qadan û hêrsa xwe ya li dijî rejîmê qêriyan. Xala herî girîng a şoreşê jî navendbûn û pêşengtiya jinan bû."
KJAR di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser rola jin û ciwanan disekine û wiha pêde diçe:
"Di vê pêvajoya şoreşgerî de jin, ciwan û hemû beşên civakê cih girtin. Wan bi berxwedaniya xwe şoreş jiyan kirin, hemû gelên li Îran ê, bi xwedî derketina Jîna Emînî nîşan dan ku ew şoreşek navend jin dixwazin û ev yek gerdûnî kirin.
Wan di mijara pergalek demokratîk a ji pergala baviksalarî û desthilatariyê bêpar de israr kirin û dikin; yanî di şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de bi awayek herî zelal nîşan dan ku ew şoreşek civakî ya di pêşengtiya jin de dixwazin.
Di sala borî de, jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî siyaseta kuştin û zextên li ser jinan têkoşîn. Qetilkirina Jîna ku di encama êşkenceya rejîmê de rû da jî, bû sedema hêrsa mezin a hemû jinên berxwedêr û azadîxwaz.
KJAR îşaretê bi girîngî û rola şîara 'Jin, Jiyan, Azadî' kir ku di xwepêşandanên gel de derket holê dike û wiha dinivîse:
Şîara Jin, Jiyan, Azadî ku li Rojhelatê Kurdistan cara yekê di merasima weşartina Jîna Emînî, li ser gora wê hat avêtin, bû pênaseyek îdeolojîk a xwepêşandanan.
Rêber Apo di Nîsana 1989’an de, weke damezînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, di tehlîleke xwe de wiha dibêje; Li Kurdistanê her du peyvên Jin û Jiyan xwedî heman kokê ne. Ji wê rojê û pêve got; Ji bo jiyaneke demokratîk û azad divê jin azad bibin.
Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî di destpêka salên 2000’î de, li bakurê Kurdistanê di serhildan û xwepêşandanan de weke semola azadiyê derket holê.
Îro jî li Rojavayê Kurdistanê veguherî şoreşa jinê. Her wiha bi dengê li Rojhelatê Kurdistan û Îranê bilind bû jî, cîhanî bû.
Ev pênaseya rast di nav civak û jinên cîhanê de bû bang û sembola azadiyê. Tevahiya cîhan ber bi felsefe û paradîgmaya azadîxwaz ve bir. Bi vî rengî, Jîna bû sembola vê şoreş ê. Ji bo wê, em di salvegera şoreşê de hemû şehîdên demokrasî û azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Li gel bîranîna şehîdan, em sonda avakirina Îranek demokratîk û Kurdistanek azad radigihînin.
"JINÊN ROJHILAT Û ÎRANÊ WÊ KARAKTERA SEDSALA 21'Ê DIYAR BIKIN"
KJAR di berdewamiya vê daxuyaniyê de li ser mijara xwebirêxistinkirina jin û hemû beşên civakê disekine û dibêje;
Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê bi rêxistinbûna xwe, wê karaktera sedsla 21'ê diyar bikin.
KJAR di vî beşê daxuyaniya xwe de tekezî li ser xwebirêxistinkirinê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Jin Jiyan Azadî dike û radighîne;
Ji bo jiyaneke demokratîk û azad, pêwîstî bi xwebirêxistinkirinê heye.
Ji bo parastina nirxên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” û avakirina civakeke azad û demokratîk jî, têkoşîna hevpar divê bê pêşxistin.
KJAR dide diyar kirin ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê karaktera sedsala 21'ê diyar bikin;
Felsefeya "Jin Jiyan Azadî" hemû neteweyên li Îranê anî ba hev û têkoşîna jin û civakê kir yek.
Gelên Kurd, Azerî, Fars, Belûç û her wiha li dora vê felsefê bûn yek.
Ji bo wê, ji her demê zêdetir pêşxistina têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê pêwîst e.
KJAR destnîşan dike ku Komara Islamî û niha jî Talîban, dixwazin li ser bedena jinê, serweriya xwe pêk bînin; Lê jinên Îranî ku rewşa jinên Afgan ji nêz ve dişopînin, bi coşeke mezin a hevgirtinê têkoşîna hevpar dimeşînin.
Jinên li Afganîstan û Îranê di mijara rûmal û gelek mijarên din de xwedî xalên hevpar in. Ji ber vê yekê em bi rêxistinbûyîn dikarin destkeftiyên xwe biparêzin.
KJAR tekez dike ku yekane rêya çareseriyê projeya Neteweya Demokratîk e û wiha didomîn e;
Projeya 'Neteweya Demokratîk' xwedî şert û mercên organîzekirina Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye.
Weke KJAR tenê bi rêxistinbûna jinê ya mayînde em dikarin projeya 'Neteweya Demokratîk' pêş bixin. Mafê îfadekirina hebûn an jî parastina cewherî ya jinê, bingeha rêxistinbûna hemû jinan e.
KJAR destnîşan dike ku ev proje ji aliyê gelên Îranê ve tê xwestin, ji ber ku gelên Îranê di avakirina rejîmeke demokratîk de israr dike.
KJAR ji bo çareseriyek mayînde pêwîstî bi pêkanîna van xalan dibîne;
*Bi boneya 1.salvegera şoreşa "Jin Jiyan Azadî", jin, ciwan û hemû beşên civakê tevlî greva giştî bibin.
*Di 25'ê Şehrêwerê de serdana gorên şehîdên şoreşê, bê kirin.
*Ne tenê li Rojhilat û Îranê, divê li seranserî cîhanê çalakî bên kirin.
*Li dijî zihniyeta ku jîngehê talan û istismar dike, xwe birêxistinbikin û têbikoşin.
*Di berdewamiya şoreşê de yekîtiya jin û pêkhateyên civakê, pêwîst e."