Li Îranê rojnamevan Maroofîan di salekê de çar caran hate girtin

Rojnamevan Nazîla Maroofîan a ku di Îlona 2022’an de ji ber ku bi navê Jîna Amînî re roportaj kiribû hatibû girtin, ji ber ku li dijî serînixumandinê derket, cara çaran hate girtin.

Li gorî nûçeya Îran Wîreyê ya ku wan jî xwe spartine cîranên Maroofîan, polîsan şîddet li rojnamevana jin Nazîla Maroofîan  kirine û ew destgîr kirine.

Maroofîan herî dawîn di 16’ê Tebaxê de hatibû berdan. Agahî nehate stendin ku Maroofîan çima hatiye girtin û ew birine ku derê.

Maroofîan her dema ku ji girtîgehê derket, wêneyekî servekirî diweşand û li dijî polîtikayên dewleta Îranê serî hildida.

Li gorî texmînan ji ber ku Nazîla Maroofîan nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Mehdî Yarahî daye û li ber Girtîgeha Evînê wêneyekî xwe yê servekirî belav kiriye, hatiye destgîrkirin.