Li Îranê cezayê girtîgehê li rojnamevan Elnaz û Negîn hat birîn

Li Îranê 3 sal ceza li rojnamevan Elnaz Mohammadî û Negîn Bagherî hat birîn. Derketina ji derve jî di nav de, 5 sal qedexeya faeliyetan dan her du rojnamevanan.

Parêzerê prastinê Amîr Raîsîan diyar kir ku muvekîla wî rojnamevan Elnaz Mohammad ji ber “hevkariya bi hikûmeta biyanî re” tê sûcdarkirin û ji doza ku lê tê darizandin, beraat kiriye.

Raîsîan destnîşan kir ku bi îdîaya sûcekî din 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Elnaz Mohammadî û Negîn Bagherî hat birîn. Rojnamevan beşek kêm ê cezayê wê li girtîgehê derbas bikin.

Lê qasî 5 salan neçarin biçin qûrsên “etîk ên meslekî” û derketina her du rojnamevanan ji welêt dê qedexe be.

Rojnameyên Hamemehan û Haft Sobh dê nerazîbûn nîşanî biryarê bidin û parêzerê rojnamevan Elnaz Mohammadî derbarê dozê ev tişt got:

“Doza Elnaz Mohammadî li Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşa Tehranê tê kirin. Elnaz Mohammadî bi îdîayên ‘çêkirina komployê’, ‘ji bo sûc kirinê peymanek veşartî kiriye’, ‘bi hikûmeteke biyanî yê dijmin re hevkarî kiriye’ tê darizandin. Têkildarî îdîaya ‘bi hikûmeteke biyanî yê dijmin re hevkarî kiriye’ ti îspat nîn in. Lê 3 sal cezayê girtîgehê bi îdîayên sûcên ‘komplo û peymana veşartî’, li muvekîla min û Negîn Bagherî hatiye birîn. Her wiha 5 sal jî cezayê dûrxistinê dan her du rojnamevanan.”