‘Nameyên ku me şandin baro û komeleyan, hatin desteserkirin’
Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ragihand ku nameyên ku wan şandin komele û baroyan hatin desteserkirin û bang li raya giştî kir.
Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ragihand ku nameyên ku wan şandin komele û baroyan hatin desteserkirin û bang li raya giştî kir.
Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê tê ragirtin, bi rêya parêzerê xwe pirsgirêkên li girtîgehê vegotin.
Derya diyar kir ku li girtîgehê heqê posteyê ji 28 lîreyan bû 37 lîre û di bihakirina duyemîn de jî bû 42 lîre. Derya, da zanîn ku ji ber vê sedemê nivîsandina nameyan li girtîgehê zehmet bûye û wiha got: “Me ji OHD, ÎHD û Baroya Amedê re name nivîsand ku hem vê rewşê hem jî rewşa xwe ya giştî ragihînin. Nameyên ku me nivîsandine, bi hinceta ku zerarê dide îtîbara girtîgehê, hatin desteserkirin. Divê rojnamevan û raya giştî dengê me bidin bihîstin.”