Destavêtina bi destê cerdevanan polîtîkaya şer e

Li Wanê destavêtin û destdirêjiya ku cerdevan li jinan dikin, bêceza têne hiştin. Di 6 bûyerên destavêtinê de tenê cerdevanek hate cezakirin, cerdevanên mayî jî piştî ku demeke kurt girtî man, hatin berdan.

Cerdevanên ku xwe dispêrên polîtîka bêcezahiştinê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi her awayî sûc dikin. Desteserkirina zeviyên gundiyan, koçberkirina bi darê zorê, bikaranîna çekê li hemberî gelê sivîl, gef, şantaj, destdirêjî û destavêtina li jinan, bi taybetî jî destdirêjiya li zarokên keç çend ji sûcên cerdevanan e. Li Wan û navçeyên wê salên dawî bûyerên destavêtinê yên ji aliyê cerdevanan ve têne kirin, zêde bûne. Tenê 3 salên dawî li gorî daneyên fermî û yên ji aliyê raya giştî ve têne zanîn 6 bûyerên destavêtinê rû dan. Tê texmînkirin ku bi sedan bûyerên bi vî rengî qewimî ne û hemû jî ji aliyê burokrasiya leşkerî û siyasî ya dewletê ve têne nixumandin. Yên ku nikarin bêne nixumandin jî têne darizandin lê belê encamek jê dernakeve. Di 6 bûyerên destavêtinê de yên li Wanê di nava 3 salên dawî qewimîn û raya giştî pê hesiya, tenê cerdevanek hate cezakirin. Cerdevanên din hemû piştî ku demeke kurt li girtîgehê man hatin berdan.

ÊRÎŞ TÊNE NIXUMANDIN

Parêzvana Mafên Jinê Zozan Ozgokçe sûcên ku cerdevan dikin û bêcezahiştina sûcdaran ji ANF'ê re nirxand û got, destavêtina li jinan rêbazeke cerdevan, hêzên paramîlîter û burokrasiya bi çek an jî bêçek a li nava dewletê ye ku bi salan e bi kar tîne. Ozgokçe diyar kir ku ya niha diqewime encameke polîtîkayên mîlîtarîst e û got, "Di salên 1990'î de jî bi heman rengî bû. Carna bê guhertin jî heman polîtîka bi rêk û pêk dewam dike. Di salên 1990'î û 2000'î de li girtîgehan li dijî bedena jinê ji ber Kurdbûnê tundiya psîkolojîk, fîzîkî û zayendî hate kirin.

Li çar parçeyên Kurdistanê jî rewş bi vî rengî ye. Hêzên taybet ên paramîlîter ên Saddam Huseyîn hebûn ku bi 'qirêjkirina şerefa jinê' hatibûn wezîfedarkirin. Ev yek navê wan bû. Di şer de ji xwe bi salan e jin weke xenîmetê têne dîtin. Niha şerek heye ku bi salan e dewam dike. Aliyekî vî şerî jî jin in û jin derbên giran dixwin."

Zozan Ozgokçe bûyera N.Ç. a sala 2002'an bi bîr xist û got, "Bi vê bûyerê re destavêtin û destdirêjiya bi destê cerdevanan, hêzên ewlekariyê hatin kirin gelekî ketin rojevê, rapor hatin weşandin. Ev yek her tim diqewime û tê nixumandin. Sîstema edalet û hiqûqê jî hîn bêhtir nebaş dibe. Di bûyera N.Ç. de kiryar hebû lê belê kes nehate girtin. Bi vî rengî bû. Demên dawî jî cerdevan destdirêjiyê dikin. Em gotina demên dawî bi kar tînin, dibe ku ji bo vê bixin rojevê vê yekê dikin. Yan jî travmaya me ya civakî her tim nû dibe û dibêjin 'demên dawî'. Naxwe bi salan e ev yek tê serê jinan. Cerdevan nayên girtin, tedbîreke hiqûqî nîne. Zarokên ku destdirêjî li wan tê kirin 'daxwaza wan' û keçbûyîna wan tê lêkolîn. Gelek cûreyên destdirêjiyê hene ku li jinan têne kirin, lê belê tenê li ser keçbûyînê lê dinihêrin. Halbûkî, mînak belavkirina gotegotan li gundan jî cûreyek ji tundiyê ye. Cerdevan an jî kurê wî dixwaze bizewice, eger malbata keçikê nexwaze, aliyê cerdevan zexta polîtîk, psîkolojîk li ser malbatê dike."

JIN JI BER ENCAMÊN SÎSTEMÊ JIYANA XWE JI DEST DIDIN

Zozan Ozgokçe got, "Mirovên me bêçare têne hiştin. Ji ber sîstema cerdevaniyê mirov neçar dimînin ji gundê xwe koçî bajarên mezin bikin. Şerekî psîkolojîk-asîmetrîk heye ku hîn jî dewam dike. Mixabin jinên Kurd hîn bêhtir mexdûr in, hîn bêhtir encamên neyînî bi serê wan ve tê. Encamên sîstemê wan dikuje. Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Ev yek polîtîkayeke şer e. Divê em xwedî li hev derkevin. Ji aliyê hiqûqî ve bişopînin û weke raya giştî zextê bikin."

Zozan Ozgokçe diyar kir ku akademîsyenên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan, aktîvîstên mafên mirovan divê karekî cidî bikin û got, "Di vê mijarê de divê em gelê Kurd zane bikin, divê mafê bedenî yê zarokên keç hîn bibe. Divê malbat zarokên xwe biparêzin. Cerdevan rê û rêbazên bi vî rengî bi kar tînin; dixwazin zarokên xwe bizewicînin, lê belê dema ku nikarin bikin hingî dest bi destdirêjî û destavêtinê dikin. Dema ku xizanî jî hebe hingî civak bêçare tê hiştin."