Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Îlknûr Bîrol, diyar kir ku pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye û destnîşan kir ku divê desthilatdarî gavên şênber bavêje û got, “Bi taybetî ji bo mijarên girtiyan divê biryarên ku bawerî xurt dike bên avêtin.”
Îlknûr Bîrol, da zanîn ku hin pirsgirêk dikarin bi fermana serokkomar an jî bi biryara wezîran werin çareserkirin û bi komîsyonek ku di Meclîsê de were avakirin, pêvajo dikare were lezandin.
Îlknûr Bîrol, diyar kir ku bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re pêvajoyeke nû destpêkiriye û got ku ev pêvajo ji bo çareseriyeke demokratîk firsendeke mezin pêşkêş dike.
Îlknûr Bîrol, bal kişand ser biryara PKK’ê ya bidawîkirina şerê çekdarî û diyar kir ku pêvajo bi yek alî ve rêve naçe. Îlknûr Bîrol, anî ziman ku di vî alî de bendewariya civakê ji pêvajoyê heye û got ku eger ev bendewarî ji aliyê dewletê ve neyê destekkirin, wê baweriya li hember dewletê lewaz bibe.
Îlknûr Bîrol, da xuyakirin ku girtîgeh di vî alî de nîşaneya herî girîng in û gavên dewlet û hikûmetê di vî warî de dê diyarker bin.
Di dawiyê de Îlknûr Bîrol got ku rêya demokrasiyê ne tenê bi nebûna şer, di heman demê de bi dabînkirina şert û mercên jiyana wekhev û azad jî dê gengaz be û divê hemû beşên civakê bi hev re beşdarî pêvajoyê bibin.