YRJ'ê nerazîbûn nîşanî komkujiya dewleta Tirk da
Yekîtiya Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qetilkirina xebatkarên JIN TV ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Em ê sûcên dewleta Tirk her teşhîr bikin."
Yekîtiya Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qetilkirina xebatkarên JIN TV ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Em ê sûcên dewleta Tirk her teşhîr bikin."
Yekîtiya Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (YRJ) êrîşa dewleta Tirk a 23’ê Tebaxê li dijî wesayîta JIN TV ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê ku di encamê de xebatkarê kanalê Necimedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû û nûçegihan Delîla Egît jî birîndar bû, şermezar kir.
'EM Ê SÛCÊN DEWLETA TIRK TEŞHÎR BIKIN'
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Bi vê êrîşê re, polîtîkayên dijminatiya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî xeta azadiya jinê ku pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, careke din derket holê. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan armanc kir ku destkeftiyên şoreşa me têk bibe ku bi saya fedekariyên kur û keçên herî bedew ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat û wek şoreşa jinan li tevahiya cîhanê hate naskirin û sûcên li dijî mirovahiyê pêk anî.
Di encama êrîşa dewleta Tirk a li dijî wesayîta JIN TV’yê de xebatkarê kanalê Necîmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû û nûçegihana JIN TV Delîla Egît jî birîndar bû. Em careke din soza xwe ji hemû hevalên xwe yên rojnamevan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku bûne dengê rastiyê û sûcên mirovahî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk eşkere kirin û di vê oxirê de canê xwe dane dubare dikin. Em vê êrîşa li dijî rojnamevanên jin şermezar dikin. Em bang li hemû saziyên çapemeniyê dikin ku komkujî û qirkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihînin û hesabê sûcên hatine kirin bixwazin.”