'Hewl didin ku sûcên li dijî jinan asayî û ji rêzê bikin'
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Bêrîtan Guneş nerazîbûn nîşan da ku li meclîsê pêşî li kesên sûc li jin û zarokan kirine tê vekirin. Guneş got, hewl didin ku sûcên li dijî jinan asayî bikin.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Bêrîtan Guneş nerazîbûn nîşan da ku li meclîsê pêşî li kesên sûc li jin û zarokan kirine tê vekirin. Guneş got, hewl didin ku sûcên li dijî jinan asayî bikin.
Bi guhertina qanûnî re ku li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin, pêşî li wê yekê hate vekirin ku kesên ji ber sûcên li jin û zarokan kirine hatine cezakirin bi 'rewşa baş' bêne berdan. Parlamentera Mêrdînê ya ji Partiya Çepên kesk Bêrîtan Guneş li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Guneş anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê li şûna newekheviya zayendî ya li nava civakê ji holê rake, berevajî vê yekê hîn giran dike û got, "Ji destpêka şaristaniyê û vir ve mirov ji bo karibin jiyana civakî bi rêk û pêk bikin, pêşî li sûc û rewşa gengaz a sûc bigirin hin pîvanên devkî û nivîsî destnîşan kirine. Lê belê di vê serdemê de li Tirkiyeyê ev armanc hatiye berevajîkirin û em bi sîstemeke welê ya hiqûqî re rû bi rû ne ku armanca xwe ev yek nîne. Mixabin di nava sûcên ku desthilatdariya AKP'ê dixwaze pêşî lê bigire tundiya li dijî jinê nîne, berevajî vê yekê vî sûcî asayî dikin ku weke sûc neyê dîtin.
Di rewşa heyî de cezayên ku li kiryarên sûcê tundiyê yên li dijî jinan têne birîn, bi kêmkirina ceza ya ji ber 'rewş û nêzîkatiya baş' a li dadgehê, di asta sembolîk de dimîne. Ev yek jî tê wê wateyê ku desthilatdariya AKP'ê li şûna astengkirina tundiyê, li şûna pêşîgirtina li cihêkariya li jinê û kêmkirina newekheviya zayendî ya li nava civakê, dixwaze vê yekê hîn giran, mezin û berfireh bike."
Guneş bi bîr xist ku bi taybetî di dema desthilatdariya AKP'ê de tundî û komkujiyên li dijî jinan zêde bûne û bi dewamî got, "Meclîsa heyî meclîsa herî rastgir û dijminê jinê ye. Divê neyê jibîrkirin ku tifaqa li ser dijminatiya li jinê hatiye avakirin li meclîsê serwer e. Pêkhateyên vê tifaqê li ser dijberiya li Peymana Stenbolê, mafê nefeqe, perwerdeya tevlîhev û qanûna bi hejmara 6284 hewl didin jinê ji qada civakî dûr bixîne û li malê rabigire. Jinê weke amûrekê dibîne ku divê xizmetê ji mêr re bike. Bi van hemûyan û polîtîkaya bêcezahiştinê re kuştina jinê her roj hîn zêdetir dibe."
QANÛN LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E
Guneş destnîşan kir ku qanûna înfazê li dijî destûra bingehîn e û got, "Komên sûcên edlî dikevin ber guhertina qanûnî, lê belê girtiyên siyasî li derve têne hiştin, ku ev yek yekser li dijî pîvana wekhevî û qedexeya cihêkariyê ya destûra bingehîn e. Desthilatdariya AKP'ê bi vê yekê û guhertinên mîna w^ehewl dide sîstemeke nû ya civakî ava bike. Sîstema ku dixwaze ava bike jî sîstemeke welê ya civakî ye ku tundiya li jinê zêde bûye, jin hatiye kolekirin, jin ji mala xwe nikare derkeve, li ser zemîna civakî jin xwe ewle nabîne, mafên xwe jê hatiye standin, destavêtin, destdirêjî, kuştina jinê, destdirêjiya li zarokan û zewicandina di temenê zarokatiyê de hatiye rewakirin. Armanca sedsala nû ya AKP'ê, Tirkiyeya ji felaketan e. Ev sîstema ku dixwazin ava bikin mîna fîlmekî tirsê ye, lê belê em ê ti carî nehêlin ku ev fîlmê tirsê bê nîşandan."
ZEXTA LI DIJÎ JINÊ WÊ GIRANTIR BIBE
Guneş ragihand ku hewl tê dayin jin li derveyî civakê bê hiştin û got, "Li gel berdana kesên ku jinan dikujin, destdirêjiyê dikin, her wiha zexta li ser hêzên demokrasiyê û jinan jî wê zêde bibe. Bi vê guhertina qanûnî re pêşî li wê yekê tê vekirin ku kesên ji ber tundiya li jinê têne girtin di demeke kurt de bêne berdan, bi agahdarnekirina jinên mexdûr re jiyana jin ên mexdûr bikeve metirsiyê.
Eşkere ye ku mejiyê mêr-dewletê hewl dide civakeke nû, sîstemeke hiqûqî ya nû ava bike.
Em dikarin bibêjin ku di demeke welê de ne ku dixwazin sûcê li dijî jinan ji rêzê nîşan bidin, jin ji jiyana civakî bêne îzolekirin."
JIN WÊ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN
Bêrîtan Guneş anî ziman ku weke Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk li dijî vê guhertina qanûnî ew ê têbikoşin û got, "Em zanin ku tifaqa li hemberî me tifaqeke dijminê jinê ye. Pêkhateyên vê tifaqê li parlamentê ji partiyên biçûk-mezin pêk tê; li nava jiyana civakÎ jî ji hin tarîqat û civatan e. Mayindebûna têkoşîna jinê weke astengiya herî girîng a li pêşiya sîstema serweriya mêr dibînin. Ne neheq in di vê mijarê de. Em baş zanibin bê bi çi re rû bi rû ne.
Raperînên jinan li dijî zextên sîstema heyî rewatiyê mezintir dike. Di vê demê de ku rêxistiniya jinê ji pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê ye, em di demeke welê de ne ku firsendên dîrokî hene. Di vê demê de şensê serketina her gaveke jinê ya li dijî vê qirkirinê zêde ye, ji ber ku hêza rastiyê ya jinê xurt e. Divê jin vê rastiyê bibînin. Jin wê li kolanan, li qadan, li malê, li meclîsê, li her derê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe dewam bikin."