Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku beriya 30 salî li dijî qedexekirina çand û zimanê Kurdî hatî avakirin, van 30 salan li gel hemû polîtîkayên zextê jî li gelek qadan berhem danî holê. Pîrozbahiya salvegera damezirandinê ya 30 salî ya NÇM’ê 16’ê Cotmehê ji hêla Qeymeqamiya Kadikoyê ve hate qedexekirin. Ne ku tenê bernameyên NÇM’ê hatin qedexekirin. Têkilî çanda Kur dli her qadî qedexeyan sala 2021’an jî dom kir.
Yek ji kedkarê NÇM’ê peykertiraş Îsmaîl Dogan têkilî van zextan ji ANF’ê re axivî.
EV POLÎTÎKA EV 100 SAL IN DIDOME
Îsmaîl Dogan diyar kir qedexe ne bi îro re sînordar in, ji avabûna Komarê û wir ve didome û got, ‘’Ev 100 sal in li Kurdan zext heye, qirkirina li ser Kurdan li demê belav kirine. Sazûmaniyeke wiha heye ku dixwaze Kurdan bi çandî tine bike, komar li ser vê ava bûye.’’
Dibe ku navê van metodan guherî be wê demê Plana Şark Islahatê bû lê niha cüda ye. Lê divê em vê diyar bikin, dema ku mirov li 30-40 salên dawî binere dibe ku ji alîna bi ser bikevin, ku gotin di cih de be kirin ku Kurd ji nasnamaya xwe şerm bikni. Komara Tirkiyê netew-dewletek e û ji bilî xwe ti cihêtî, çand nasnekir. Ji ber vê jî Kurd weke yên herî taloke dît. Ji ber ku civakeke wiha ye ku asîmîekirina wê û tinekirina wê zor e û berxwedêr e. Din av netew-dewlete de bi Yasaya Tehcîrê ya Ermenan Ermen qirkirin kirin, tine kirin li ser van xakan. Nekarîn ku vê li Kurdan bikin.’’
NAVÊ WÊ GUHERÎ LÊ ARMANCA WÊ NEGUHERÎ
Li gorî Dogan armanca 100 salî ya van polîtîkayan neguheriye û got, ‘’Bi politikaya qirkirinê ya ku hê teniktir kirine, em ji vê re- qirkirina çandî dibêjin- hewl didin tine bikin. Ev niha jî ne qediyaye, politikaya dewletê ya 100 salî jî bi rengekî girankirî dixwazin bi cih bînin. Îro êdî navê wê ne Plana Islahat a Şarkê ye, van 5 salên dawî navê wê ‘’Plana Çokşikandinê’’ ye.
FAŞÎZM BI RENGEKÎ AŞKERE TÊ BICIHANÎN
Dogan got NÇM li dijî van polîtîkayan radiweste wiha domand: ‘’NÇM li dijî van êrîşan û tinekirinê weke bersivekê ye. NÇM xwedî dîrokeke 30 salî ye. Van 30 salan hin sal hebûn ku faşizm hê aşkeretir bû, piştre hate veşartin, hin salan jî weke ku hin mafê çandî dabin nîşan dida. Ev jî wiha bû, ‘’belê niha bi mafê şexsî dikarî Kurdbûna xwe bijî lê bi civakî nikarî bibî xwedî heq’’. Ji faşîzma veşartî mebesta min ev bû. Dema ku mirov li van 5-6 salên dawî dinere ev faşizm nema tê veşartin. Bi ser de hê girantir bûye û niha xwe weke weke heqekî dibîne û bi cih tîne.
NÇM SAZÛMANIYEKE WIHA YE KU HAY JI VAN HEMÛ POLÎTÎKAYAN HEYE
Îsmaîl Dogan diyar kir polîtîkayên faşîst zêdetir bûne û di vê 100 sala dawî de ev bêhtir xuya bûye. Dogan got, ‘’Belkî jî em bi politikaya herî giran a 100 salê re rûbirû ne. Ji ber vê qedexe me şaş nakin, jixwe em faşizma ku veşartî tê kirin bêhtir taloke dibinin. Liv ir dijminatiya xwe bi rengekî aşkere dike û dibêje ez hebûn, ziman û çanda te nasnakim. Vê ne tenê bi gotinê dike, dike jî. Berê ev di gotinê jî dikir. Êdî niha bi kêmanî hebûna gelê Kurd qebûl dike lê sedema herî mezin a vê qebûlkirinê têkoşîn e.
Berê Kurd nebû, niha Kurd hene lê heqê Kurdan li ber nebûnê ne. Dema ku mirov li rastiyê dinere hê jî hebûna Kurdan nayê naskirin. Ji ber vê jî NÇM sazûmaniyeke çand û hunerî ya wiha ye ku hay ji van polîtîkayên 30 salî heye. Jixwe li ser vê têkoşînê rêxistinî bûye. Hê jî bi kelecaniya roja pêşî hildiberîne.
HEKE DIKA ME NEBE EM Ê DEYNIN
Dogan destnîşan dike qedexe wê her demê hebin û bi berdewamî aliyekî dî yê destnîşan dike ew ku ev qedexe nikarin têkoşîna NÇM’ê û bi giştî têkoşînê bi paş ve bidin avêtin, berevajî, xurt dike u got, ‘’Qedexe hene û wê hebin jî, jixwe em ne li hêviyê ne ku dewlet pêşiya me veke. Ev 30 sal in çawa ku em ber xwe dibinin em ê dîsa bibinin. Em ê derfetên xwe biaifrînin, heke em sahneye nebinin em ê ava bikin, em ê biçin uçeyan. Qedexe nikarin me biçewisînin, me xurt dikin….
Dema ku NÇM hatî avakirin jî dik nebû lê li devereke ku encex 100 kesî dikarîbû biçiyê lîstin û bernameyan xwe nîşan dide. Wê demê jî li nav gel bûn, li nav mîtîgan bûn. Niha jî wiha, em li nav gel in, mînak em diçin dawetan, binerin êrîşê bi ser vê de jî tînin lê çi qasî êrîşan bînin jî em ê bidomînin, li vir kêm derfetên me hene û em em hewl didin kul i vir jî tiştinan bikin. Her wiha bi dikên taybet re em didin û distînin û hewl didin bernameyên xwe li wan deran jî çêbikin.
Îro her wiha qada dijital heye, mînak îsal heke konseya salvegera 30’î bihata kirin belkî xwe bigihanda 5 hezar kesî lê hate qedexekirin û xwe gihande 100 hezar kesî. Her wiha mesele ne qedexekirina konser an jî şanoyekê ye, hewl didin ku hilmstandina gel jî qedexe bikin. Ji ber vê têkoşîn yekere ye û çand-huner jî lingekî wê ye. Yekerebûna têkoşÎnê jî wê heqîqeta ku gel ku li ser piyên xwe dimîne, derdixîne holê.’’