Li Rojava perwerdehiya Dimilkî hate dayîn

Saziya Zimanê Kurdî perwerdehiya zaravayê Dimilkî ya ji bo 4 mehan dabû destpêkirin. Piştî perwerdehiyê şahiyek hate lidarxistin û bawernameyên xwendekaran hatin dayîn.

Li Saziya Zimanê Kurdî (SZK) asta yekemîn a perwerdeya zaravayê Dimilkî 4 mehan dewam kir. Ji bo belavkirina bawernameyên xwendekarên zaravayê Dimilkî SZK’ê şahiyek li dar xist. Şahî li hola SZK’ê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, zimanzan, rewşenbîr û nivîskaran hate lidarxistin.

Di şahiyê de Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Cûdî axivî û serketina xwendekaran pîroz kir. Viyan diyar kir  ku armnac wan ji hemû xebatan, xwedîderketina û pêşxistina zimanê Kurdî ye, ji ber ku dijmin zimanê Kurdî mîna Kurdistanê parçe kiriye, pêwîst e kar û xebat ji bo hemû zaravayên zimanê Kurdî bê kirin.

Viyan Cûdî daxuyand ku wan xwest zaravayê Dimilkî hîn bikin û ew ê hewl bidin hemû perwerdeyan bighînin asta xebatên lêkolînê û wiha dewam kir: “Armanca me hevgihandina hemû zaravayên Kurdî ye da ku em bikaribin Kurdiyeke standart bi pêş bixin. Li gorî derfetên xwe em ê hewl bidin cih bidin hemû zaravayan.”

Piştre peyamên saziyên zimanê Kurdî û hin kesayetan hatin xwendin û bawername li 20 xwendekaran hatin belavkirin.

Şahî bi stranên zaravayê Dimilk, Koma Xwendekarên SZK’ê, hunermend Mizgîn Tahir û koma muzîkê ya Orkestraya Zarokan a Rojava bi dawî bû.