Nivîskar û wêjevanê Kurd Mehmet Çakmak bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li çand, ziman û wêjeya Kurd û destnîşan kir ku li gel zext, qedexe û neyîniyan jî wêjeya Kurd bi pêş ve çûye.
Mehmet Çakmak ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku berhemên bi Kurdî yên hatine weşandin ji aliyê hejmarî û naverokê ve gihîştiye asteke girîng û got, tenê li Tirkiyeyê hejmara berhemên bi Kurdî salane têne weşandin ji 200 berhemî derbas kiriye.
Mehmet Çakmak ragihand ku li gel zehmetiyan jî wêjeya Kurdî bi têra xwe bi pêş ve çûye û got, "Bêguman li ser pêşketin û paşeroja wêjeyê fikarên min jî hene. Pêşketina wêjeya Kurdî bi xwedîderketina li Kurdî jî girêdayî ye."
Mehmet Çakmak diyar kir, li cihê ku qedexe û zext heye qala pêşketineke xwezayî nikare bê kirin û got, "Di dema şaredariyên gel de pêşketina Kurdî gihîştibû astekê. Şaredariyan ji bo pêşvebirina Kurdî di bin sîwanê xwe de karên cidî dikirin. Li ser avahiyên şaredariyan hemûyan tabelayên Kurdî hebûn. Piştî ku qeyûm hatin, karê wan ê destpêkê rakirina tabelayan bû. Bi dîtina min ev bûyer ne tiştekî sivik ê tenê daxistina tabelayan bû. Bi temamî nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Ya ku di vir de hate kirin, hewldana ji bo tunekirina hebûnê bû, nenaskirin û înkarkirin bû."
Mehmet Çakmak ragihand ku dewlet ne tenê van kiryarên rûtîn dike û got, "Ya ku ez pê zanim di nava deh salên dawî de 200 pirtûk hatin qedexekirin. Eger li devereke din a cîhanê ev yek bibûya wê qiyamet rakiribûna, lê li Tirkiyeyê weke ku tiştekî normal e tê pêşwazîkirin. Tevî vê yekê gelek nivîskar û rojnamevan hatin girtin û ceza li gelekan hate birîn. Salên dawî gelek hevalên me yên nivîskarên Kurd neçar man ku koçî derveyî welat bikin. Li gel zor û zehmetiyên nexwezayî, zêdebûna zext û qedexeyan bêguman bandor li wêjeya Kurd jî kir. Bêguman li pêşiya pêşketiyê astengiyeke mezin e.
Bêguman wêjeya Kurd bi van tune nabe. Heta ku têkoşîna hebûnê û civaka Kurd hebe, wêjeya Kurd tune nabe. Wêjeya Kurd naqede, hebûna Kurdî wê dewam bike."
Mehmet Çakmak li gel vê yekê bal kişand ser metirsiya li ser Kurdî jî û ev nirxandin kir, "Dikarim bêjim ku em gelê Kurd êdî civakeke polîtîk in. Bûne xwedî nasnameyeke polîtîk û refleksên civakî nîşan didin. Mixabin heman sekn ji bo Kurdî nayê nîşandan. Eger êdî Kurdî li gundan jî nayê axaftin ev yek ji bo me civaka Kurd xeteriyeke mezin e. Axaftina bi Kurdî gelekî kêm bûye, pêşketina wêjeya Kurdî jî li gel pêşketina Kurdî ye. Divê axaftina bi Kurdî, xwendina bi Kurdî êdî bibe tercîheke polîtîk. Yek ji pîvanên sereke yên welatparêziyê axaftina bi Kurdî ye, xwedîderketina li Kurdî ye, xwendiya Kurdî ye. Ji vê demê û pê ve divê em giraniyê bidin ser zarokên xwe."