Li Kolnê kursa zimanê Kurdî hate destpêkirin

Komeleya Mala Kurdan a li Kolna Elmanyayê kursa zimanê Kurdî da destpêkirin.

Bi sivikbûna astengkirinên ji ber şewba Covîd-19’ê Komeleya Mala Kurdan dîsa dest bi xebatên çand, huner û ziman kir.

Amadekariyên ji bo kursa zimanê Kurdî qediya. Ciwanên enternasyonal jî di nav de nêzî 20 kes tevlî dersa pêşîn a ji bo Kurdî bûn.

Komeleyê diyar kir, kesên dixwazin xwe li kursê qeyd bikin, divê têkiliyê bi komeleyê re deynin.