Jin bi xwebûnê astengiyan radikin

Koma Kolektîfa Hunerî ya Jinên Xwebûn di çarçoveya projeya xwebûnê de bi berhemên xwe yên hunerî astengiyan radikin.

Koma Kolektîfa Hunerî ya Jinên Xwebûn ku ji aliyê Navenda Lêkolîna Jineolojiyê hatiye damezrandin, ji bo ku hunermendên jin ezmûn û xebatên xwe yên hunerî têde nîşan bidin û bi mêyzandineke hunerî ya jin nasnameya jin pênase bikin. Weke yekem karê xwe bi dirûşmeya “Xwebûn” pêşangehek ji bo huner û ezmûnên 7 jinên hunermend vekiriye ku navê wan bi vî rengî ye; Sakar, Zehra, Rojgar, Sara, Jûliya, Haje û Nîga.

Pêşengeha ku ji 12’ê vê mehê li Galeriya Kerîm Çavşîn a li Silêmaniyê hatiye destpêkirin wê heya 18’ê vê mehê bidome. Di pêşengehê de hunera jinan bi materyal û madeyên cuda hatiye nîşandan ku bala hunermend û welatiyên bajarê Silêmaniyê rakêşaye. Welatî bi domdarî serdana pêşengehê dikin û derbarê berhemên jinan gotûbêj dikin.

Di çarçoveya vê projeya hunerî de îro çendîn mamosteyên beşa hunera bedew a Silêmanî û xwendevanan serdana pêşengehê kirin û derbarê vê projeyê de nîqaş kirin. Ligel nêrîn û rexneyên hunerî yên wan ezmûna xebatên hunerî yê jinan baş nirxandin û tekezkirin ku ew materyalên di pêşengehê de hatine bikaranîn balkêş in û erênî ne. Ji ber ku li Kurdistanê cara yekemîn e ku ew cûre materyalane di projeyên hunerî de tên bikaranîn.