Yekgirtûya Îslamî di parlementoyê de derbarê gotina Derwêş ya "Ew ji ola Îslamê dûr e" de daxwaz ji hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku lêborînê ji misilmanan bixwaze.
Têkildarî mijarê helbestvan û çîroknivîs, her wiha endamên Navenda Baqî Xido ya çand û hunerê ya bajarê Kobanê Mihemed Ebdo Misê ji ANHA’yê re axivî û got "Armanca ji rakirina destdana Derwêşê Evdî ji materyalên perwerdehiyê yên li Başûrê Kurdistanê, pêkanîna daxwazên dijmin e, ji ber ku Derwêş şervanekî Kurd bû û li dijî dijminan şer dikir."
Mihemed Misê destnîşan kir ku Derwêşê Evdî bi piştgiriya xayinan li ser destên dijmin hate qetilkirin û bi navê hezkirinê komployek li dijî wî hate plankirin, lê armanc jê tunekirina lehengên Kurd bû.
Misê îşaret pê kir ku gelek serpêhatî û çîrok li ser lehengiya kurdan hene ku ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Lê yek ji van çîrokan di meteryalên perwerdê yên li Başûrê Kurdistanê de tune ne. Ev jî li ser daxwaza dijminê pêk tê ku hewl dide dîroka Kurdan ji holê rakin."
Helbestvan Misê bal kişand ser helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwazên Tirkiyeyê pêk tîne, ji lew re heke niha çîroka Derwêşê Evdî ji materyalên perwerdehiyê were rakirin dê sibe xwendina bi zimanê Kurdî jî were qedexekirin."
Endama Navenda Baqî Xido Leyla Ehmed jî wiha got: "Destana Derwêşê Evdî, qehremanî û berxwedana li Şengalê hate meşandin, di dîrokê de hate nivîsandin, lê dijmin dixwaze vê dîrokê bi destên Osmanî, faşîst û xayinan ji holê rake."
Leyla Ehmed destnîşan kir ku dijmin dixwaze wê berxwedana bêhempa ya ku Kurdan di pêvajoya dîrokê de raber kirine ji materyalan rake.
Têkildarî helwesta PDK’ê Leyla Ehmed got "Xayinên ku destekê didin dijmin, xizmeta berjewendiyên dijminê gelê Kurd dikin, ji lewma destaneke wiha dîrokî ya îşaretê bi berxwedana Kurdan dike ji materyalên perwerdê radike. Armanc ji vê yekê jî ev e ku di bîr û bala zarokên me û nifşên bê de nemîne."