Tablêta Gilgameş dîsa li Iraqê hate vegerandin

Tablêta Gilgamêş a 3500 salî ku DYE'yê teslîmî Iraqê kirî li Baxdayê hate nîşandan. Rayedaran gotin li dijî dizekên dîrokê ev 'serfirazî' ye.

Tablêta Xewnan a Gilgamêş ku yek ji berhema herî kevin a edebî ya cîhanê ye û sala 1991'an dema Şerê Kendavê ji mûzeya Iraqê hatî dizîn, DYE'yê teslimî Iraqê kir.

Deqa dînî ya 3500 salî ji Dastana Gilgamiş beşa helbestê ya nivîskî nîşan dide.

Tablêta kîlî van 30 salên dawî bi belgeyên qelp revandin gelek wealtan. Tenê beriya bi 2 salan li mûzeyeke nêzî avahiya hikûmeta DYE'yê bi rengekî beloq dihate nîşandan.

7'ê Kanûnê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tablêt da Wezareta Çandê.

Wezîrê Çandê Hasan Nazim got, ''Ev peyamek e ji bo wan kesên ku antîkayan direvînin û li muzayedeyan difiroşin.''

Iraqê vê salê bi qasî 18.000 hezar berhemên dîrokî, ku 17.899 parçeyên 4.000 hezar salî ya ku DYE'yê dayî jî di nav de stand.

Tablêt bi nivîsa mîxî bi Akadî hatiye nivîsîn.