'Helbesta Kurdî bûye sedema parastina zimanê Kurdî'

Hunermendê Kurd Hemîd Ûrmiye bal kişande ser girîngiya hunermendiya Kurdî û got; "Hunermendî pirek ji bo li hev nêzîkkirina Kurdan e."

Pir helbestên wî li ser şehîdan, welat, ji bo Kobanê, ji bo gerîla, ji bo yekîtiya Kurdan hene, her wiha bi taybetî ji bo dayik û wargeha Mexmûrê jî nivîsandiye. Gelek stranên wî hene. Hunermend Hemîd Ûrmiye dibêje; "Ger hunermendî di xizmeta civak û gel de nebe, ti qîmeta xwe nîne."

Hunermend Hemîd Ûrmiye qala jiyana xwe û girîngiya hunermendiyê ji bo civakê re kir.

Tu dikarî ji me re hinekê behsa xwe bike?

Ez Hemîd Mistefa ku bi Hemîd Ûrmiye têm naskirin. Sala 1986 an li bajarê Ûrmiyê li gundê Balavê hatime duniyayê. Sala 1995’an bi malbata xwe re me berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û li wê derê min dest bi xwendina xwe kir. Sala 2007’an jî min dest bi gotina stranên Kurdî kir û xwe fêrî amûrê sazê kir.

Hunera te li ser çi ye, çend sal in ku tu vê hunerê pêşkêş dike? Çend xebatên te hene, navê van çi ne?

Weke ku min gotî ji sala 2007’an ve min dest bi hunera Kurdî kiriye, hem kilaman dibêjim hem jî sazê dijenim. Ji bilî hunerê jî ez rojnamevanim û min di gelek TV’yên Kurdî de xebat kiriye.

Ji bo te hunermendiya Kurdî tê çi wateyê?

Ger hunermendî di xizmeta civak û gel de nebe, ti qîmeta xwe nîne. Mixabin di demekê de ku hunermend pêşengên civakê ne, niha em dibînin ku çawa bi gotina kilamên ji rêzê huner herimandine. Dema ew bi erkê li ser milê xwe ne rabin wê demê ew xiyanetê li pîşeya xwe dikin ku hunermendî ye û bi nêrîna min niha erka herî sereke ya hunermendan eve ku bibin pirek ji bo li hev nêzîkkirina Kurdan û banga yekîtiya neteweyî bixin pratîkê.

Tu helbestan dinivîsî, helbestên Kurdî çi hestê dide te, têkiliya helbest û ziman çi ye?

Helbest hîsek pir cudaye ji bo min, ji ber ku min bi xwe helbesta piraniya kilamên xwe nivîsandiye. Ji ber ku dema ez stranê bibêjim, wê demê ez bi xwe jî dizanim bê ka kîjan gotinên bi awaz bikar bînim. Piraniya helbestên ku min nivîsandine şoreşgerî bûne. Min piraniya wan li ser şehîdan, welat, ji bo Kobanê, ji bo gerîla, ji bo yekîtiya Kurdan nivîsandiye, her wiha bi taybetî ji bo dayik û wargeha Mexmûrê nivîsandine û bi stran hunandine. Tişta herî girîng a helbesta Kurdî parastina ziman e ku tê de pir bi başî ziman hatiye parastin, wate dikarim bibêjim ku helbesta Kurdî bi dengbêjiyê ve bûye sedema parastina zimanê Kurdî.

Tu helbestên xwe çawa dinîvîsî? Çend helbestên te hene?

Helbestên ku ez dinîvisim dem an wextekî taybet nîne ku ez jêre veqetînim. Nivîsandina helbestan ji bo min vedigere ser bûyera demê yanî dema bûyerek xweş an jî nexweş li ser gel an jî malbat an welat çêdibe, ez wê demê pênûsa xwe datînim ser lênûsê û peyva bi wezin û qaf bi hevdu girê didim û dibin helbest. Dema helbest qediya ez awazekî li gor vê helbestê diyar dikim. Min bi qasî 16 helbest nivîsandine ku hinek ji van hunermendên din jî kirine stran.

Di navbeyna çand, dîrok, helbest û hunerê de pêywendiyeke çawa heye?

Çand, dîrok û helbest weke ziman û lêv û diranan in ku bi hevre dikarin xwe diyar bikin. Hemû girêdayî hevin ji ber vê yekê dikarim bibêjim ku ger em şoreşa çand û hunerê li gorî prensîbên wê birêve bibin wê ew şoreş ne kêmî şoreşa çekdarî be.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê astengî û zordariyeke çawa li ser ziman û çanda Kurdî heye?

Bê guman astengî heye, lê dîsan jî kesayetiyên hêja hene ku li ser ziman û çanda Kurdî dixebitin, lê ne bi awayekî fermî. Hunermend bi zimanê xwe kilamên xwe dibêjin, lê pir caran li ser gotina stranên şoreşgerî hatine desteserkirin û ceza li wan hatiye birîn.