Li Barcelonayê 6'emîn Festîvala Sînemaya Kurdî dewam dike

Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê, 6'emîn Festîvala Sînemaya Kurdî ku pêr dest pê kir, bi coş dewam dike.

Festîvala Sînemaya Kurdî ya 6'emîn a li Barcelonayê ku pêr dest pê kir, li gel nîşandana fîlman her wiha bi panelan dewam dike.

Di çarçoveya festîvalê de doh panelek li ser Jineolojiyê hate lidarxistin.

Di festîvalê de her wiha li ser rewşa Kurdistanê, berxwedana gerîla, êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girîngiya derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' axaftin hatin kirin.

Di çarçoveya festîvalê de wê îro êvarê fîlmên bi navê "Nûdem", "Jinên mala me" û "Rûpelên sor" bêne nîşandan.

Festîvala ku îsal diyarî derhênerê şehîd Halîl Dag hate kirin, 10'ê Kanûnê bi fîlmê "Eyna Bejnê" yê Halîl Dag dest pê kiribû.