15’mîn festîvala navnetewî ya şanoya kolanî ya Merîwanê destpê dike

Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ku bi şanoya xwe ya kolanî tê nasîn, 15’mîn festîvala navnetewî ya şanoya kolanî ya Merîwanê îro destpê dike.

15’mîn festîvala navnetewî ya şanoya kolanî ya Merîwanê ku her sal li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin, îsal jî wê di navbera 23 û 28’ê Cotmehê bihatiba lidarxistin, lê ji ber şewba koronayê taloq bû. Komîteya amadekar a festîvalê bi daxuyaniyekê ragihand ku festîval wê îro saet 17:00’an li Parka Şanoyê ya bajarê Merîwanê destpê bike. Ji gelek dewerên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û welatên din wê hunermend bi berhemên xwe tevlê festîvalê bibin.

Festîval ji 6 beşan pêk tê ku bi vî rengî nin: Serbest, Ayînî, Cûreyên din ên Pêşkêşkirinê, Zarok û ciwan, Taybet, Bijartiya Navenda Festîvalê. Îsal beşa pêşbirka şanoyê jî li 6 beşên din ên festîvalê hat zêdekirin.

Bi giştî 31 berhem ji bo festîvalê hatine pejirandin ku wê di festîvalê de werin pêşkêşkirin.

Festvîal wê heya 1’ê Mijdar bidome û di dawiyê de wê serketiyên her beşek ji festîvalê werin xelatkirin.