Derhêner Altay: Divê em xwedî li Kurdî derkevin

Derhêner Veysî Altay bal kişand ser zext û êrişên li dijî ziman, çand û hunera Kurd û got, "Beriya her tiştî divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."

Di nava 6 salên dawî de bi destê qeyûmên ku li şaredariyên Kurdan hatine danîn, êriş li ser çand û zimanê Kurdî têne kirin. Li gel êrişên li ser ziman, lîstikên bi Kurdî têne qedexekirin, li dijî mirovên bi Kurdî diaxivin êrişên nijadperestiyê têne kirin.

Derhêner Veysî Altay têkildarî êrişên li ser çand, huner û zimanê Kurdî ji ANF'ê re axivî.

Altay diyar kir ku ev êriş ji roja avabûna komarê û vir ve dewam dike, lê belê van salên dawî zêde bûye.

Veysî Altay ragihand ku dewleta Tirk sîstema xwe li ser tunekirina çand û hunera Kurdî ava kiriye, di heman demê de nirxên Kurdan jî kiriye malê xwe.

'HESASIYETA ME YA LI SER ZIMAN TÊRÊ NAKE'

Altay anî ziman ku êrişa li ser ziman û çandê ji bo tunekirina civakê ye û got, "Eger ziman, çand û erdnîgariya civakekê ji dest bê girtin, hingî ew civak dikare bê tunekirin. Lewma êrişên mezin li ser ziman tê kirin. Di vê mijarê de Kurdan gelekî li ber xwe dan û di zimanê xwe de israr kirin, lê belê ev yek têrê nake. Divê mirov rexnedayina xwe bidin. Em çiqasî bi ziman re mijûl dibin? Em çiqasî dikarin girîngiya zimanê dayikê destnîşan bikin? Sazî û siyasetmedarên me ji bo ev ziman paşerojê hîn bêhtir bê axaftin hewldaneke têrker dikin an na? Ji bo bersiva li van pirsan ez teqez dibêjim 'na'. Beriya her tiştî divê em xwedî li çand û zimanê xwe yê dayikê derkevin."

'EGER EM KARIBIN ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN, HINGÎ ÊRIŞ WÊ KÊM BIBIN'

Altay destnîşan kir ku beriya her kesî divê civaka Kurd li ser Kurdî hesasiyetê nîşan bide û got, "Carna em civînên xwe yên bi beşdariya bi sedan kesî, tenê ji bo kesekî ku bi Kurdî nizanin dikarin bikin Tirkî. Eger em li her qadê cih li zimanê xwe teng bikin, hingî em ê xwe tengav bikin. Eger em vê bikin, gelo wê kî rabe çand û zimanê me biparêze? Dema ku me zimanê xwe parast û bi pêş ve bir, hingî êriş jî wê kêm bibin. Qeyûman destpêkê êriş bir ser tabelayên Kurdî. Qeyûm dibe ku Kurd bû, lê dîsa jî destpêkê êrişî zimanê xwe kir. Lewma beriya her tiştî divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Divê em ji însafa xelkê re nehêlin û rê û rêbazên parastina çand û zimanê xwe peyda bikin. Ji ber ku eger zimanê me bi temamî ji me bê standin hingî têkoşîna polîtîk jî wê kêm bimîne."